Şahidên Komkujiya Sînemaya Amûdê: Komkujî bi plan hat kirin

Şêniyên navçeya Amûdê û gundewarên wê 59’emîn salvegera komkujiya şewata sînemaya navçeya Amûdê bi bîr anî.

Şahidên Komkujiya Sînemaya Amûdê: Komkujî bi plan hat kirin
Şahidên Komkujiya Sînemaya Amûdê: Komkujî bi plan hat kirin
Şahidên Komkujiya Sînemaya Amûdê: Komkujî bi plan hat kirin
Şahidên Komkujiya Sînemaya Amûdê: Komkujî bi plan hat kirin
13 mijdar, 2018   12:27

QAMIŞLO

Îro bi dehan şêniyên navçeya Amûde û gundewarên wê 59’emîn salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê saet di 11.00’an de di sînemaya navçeya Amûdê de bi mêrasîma bîranînê şehîdên bûyerê bi bîr anîn.

Gelek rewşenbîr, helbestvan, şahidên bûyerê, zarok, Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên sivîl beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Mêrasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Hamîd Seyît Ferso sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Gelê Kurd di dîrokê de heya niha, gelek êş kişandiye.  Yek ji wan êşan jî Komkujiya Sînemaya Amûdê ye. Ew komkujî bi planeke qirêjî pêk hat. 280 kulîlkên me şehîd ketin. Ew roj bêhna goştê gulan tîne bîra me. Mixabin hin jî planên dewletên dagirker li ser gelê Kurd dewam dikin. Berxwedan û têkoşîna me dê wan planan binpê bike.”

‘Armanca komkujiyê gelê Kurd bû’

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Îlyas Seyît komkujî şermezar kir û wiha axivî: “navçeya Amûdê bi berxwedan û tekoşîna xwe tê nasîn.  Çavkaniya rewşenbîrî û ronakbîriyê Amûdê di sala 1960’an de hat hedefgirtin. Armanca komkujiyê qikrina gelê Kurd bû.  Gelê Kurd li dijî wan plan û komployên dagirkeran bi israr ku wan bi bin bixe.”

Li ser navê Komîna Sînemayê ya Rojava Sarê Agir bi bîr xist ku 283 kes di komkujiyê de şehîd ketine û wiha got: “Encama hijmendiya zordar, navendîperest û neteweperestan ev komkujî pêk hat. Em soz didin ku xewnên 283 dilên biçûk ên sînemayê zindî bikin. Em ê xebatên xwe bi qasî wan delalan, çelengan bilind bikin.”

Endamê Desteya Rêveber a Rewşenbîrên Herema Cizîrê Kurdiyar Direhî diyar kir ku 58 sal e hemû dewlet zarokên Komkujiya Sînemayê ya Amûdê ji bîr kiriye û wiha got: “Divê hemû hêzên navneteweyî bi erka xwe rabin, ji berpirsên şewatê hesap were xwestin.”

‘Berdewama komkujiyan qetilkirina Sara Mihemed e’

Şahidê bûyerê Abdulselam Şahîn ji di mêrasîma bîranînê de axivî û ev tişt got: “Komkujiya sînemayê hejî li ser gelê me didome. Dewletên Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî zaroka 6 salî Sara Mihemed qetil kir. Tu dewlet dengê xwe dernaxe. Heya vîna gelê me heye berxwedana me jî wê hebe.”

Piştî axaftinan Koma Ciwanên Xwesêr tekildarî komkujiya sînemaye de şano pêşkeş kirin.

Her wiha Hasan Omar û Şahîn Dilbiwxîn helbest ji bo bîranînên şehîdên komkujiyê xwendin.

Merasîma bîranînê bi stranên Koma Şehîd Bêrîtan û helbêsta Ferhadê Merdê bi dawê bû.

Hejayê bîrxistinê ku komkujiya şewata sînemaya navçeya Amûdê di sala 1960 an de pêk hat. Di komkujiyê de 283 kesan jiyana xwe ji dest dan.

(mk/br)

ANHA