Rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan didomin

Kongreya Star a kantona Girê Spî semînerek têkildarî şîdeta li ser jinan û çawaniya tekoşîna li dijî wê li dar xist.

Rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan didomin
Rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan didomin
13 mijdar, 2018   12:07

GIRÊ SPÎ

Bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan re Kongreya Star li kantona Girê Spî semînerek der barê şîdeta li ser jinan û çawaniya tekoşîna li dijî şîdetê de li dar xist.

Semîner li Hola Înaş El-Rêfî bi beşdarbûna bi dehan şêniyên kantonê hate lidarxistin. Di semînerê de endama Rêveberiya Kongreya Star a kantona Girê Spî Dîlan Hesen cureyên şîdetê li ser jinan û zirarên wê şîrove kirin. Dîlan wiha got: “Şîdet hîna li ser jinan tê kirin û bi taybet ji aliyê komên çete yên Tirkiyeyê ve li herêmên bakurê Sûriyeyê, çeteyên Tirkiyeyê jî mînaka wê yekê ne ku xwişka Reşa Besîs kuştin û bû yek ji qurbaniyên şîdeta li ser jinan.”

Li aliyekî din jî endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Şemsa Sîno got ku divê hemû jin li hember zilma li ser jinan rabin ser pêyan û têkoşîna li dijî şîdetê bikin.

Semîner bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

(jo)

ANHA