Meclisa Rêveber rewşa perwerdeyê li Girê Spî dişopîne

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîneke de bi komîteyên perwerdeyê yên girêdayî rêveberiyên xweser û sivîl re rewşa perwerdeyê û astengiyên li pêşiya wê gotûbêj kirin.

Meclisa Rêveber rewşa perwerdeyê li Girê Spî dişopîne
13 mijdar, 2018   12:34

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî bi armanca nirxandina rewşa perwerdeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek bi komîteyên perwerdeyê re li dar xist. Di civînê de hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid El-Muhbaş û hevserokên Desteya Perwerdeyê û komîteyên rêveberiyên Cizîrê, Efrîn, Kobanê, Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê beşdar bûn.

Beşdarên civînê rewşa perwerdeyê nirxandin û astengiyên rastî çalakiya perwerdeyê tên, gotûbêj kirin. Beşdaran her wiha di civînê de rêbazên belavkirina pirtûkên materyalan li xwendekar û şagirtan nîqaş kirin.

Her wiha hate piştrastkirin ku divê hemû dibistan bêne sererastkirin û pêdiviyên perwerdeyê jî bêne peydakirin. Di civînê de lihevkirinek pêk hat ku divê rêziknameyeke giştî ji Desteya Perwerdeyê re were amadekirin û li hemû navendên perwerdeyê were pêkanîn.

Hevserokatiya Desteya Perwerdeyê roja civîna bê ya komîteyan diyar kir. Meclisa Rêveber bi armanca koordîneya di navbera deste û komîteyên rêveberiyên xweser de rêzecivînên xwe didomîne.

ANHA