Nûnertiya PYD’ê: Tu hevdîtin di navbera me û PDK`ê de pêk nehatin

Nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê, îdiayên ku şandeyeke partiya wan serdana PDK’ê kiriye, derewandin.

Nûnertiya PYD’ê: Tu hevdîtin di navbera me û PDK`ê de pêk nehatin
13 mijdar, 2018   10:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Hin dezgehên çapemeniyê di rojên dawîn de îdia kiribû ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kiriye. Der barê van îdiyan de nûnertiya PYD`ê ya li Başûrê Kurdistanê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî îdiayên serdanê derewandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Hin dezgehên çapemeniyê di rojên dawîn de û bi taybet li herêma Kurdistanê îdia kiribû ku partiya me Partiya Yekitiya Demokratîk serdana herêma Kurdistanê kiriye û bi rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistanê re civiyane. Em wek nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk li herêma Kurdistanê di demekê de ku em ji bo peywendiyan û avakirina têkiliyên Kurdistanî tev digerin, lê em tekez dikin ku di rojên dawîn de tu şandeyên me serdan nekirine. Ev îdia dûrî rastiyê ne û ev tenê gotegot in ku dixwazin tevliheviyan derxin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demekê de ku êrîşên Tirkiyeyê li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, îdiayên bi vî rengî belav dibin.”

Nûnertiya PYD’ê tekez kir ku ev nêzîkatiyên dezgehên çapemeniyê bê esehî ne û wiha lê zêde kir: “Divê gelê me li şerê taybet û psîkolojîk şiyar be, em tekez dikin ku divê çapemenî û raya giştî girîngiyê nedin îdia û gotegotan û wan paşguh bikin."

(jo)

ANHA