Jinên Şedadê aboriya xwe xurt dikin

Bi armanca xurtkirina aboriya xwe û rê li ber keysbaziya bazirganan bigirin, Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star a Şedadê gelek proje dan destpêkirin. Ji wan yek jî projeya kooperatîfa rîçalan e.

Jinên Şedadê aboriya xwe xurt dikin
Jinên Şedadê aboriya xwe xurt dikin
Jinên Şedadê aboriya xwe xurt dikin
Jinên Şedadê aboriya xwe xurt dikin
Jinên Şedadê aboriya xwe xurt dikin
Jinên Şedadê aboriya xwe xurt dikin
13 mijdar, 2018   09:59

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star a navçeya Şedadê gelek projeyên aborî bi taybet ji bo jinan vekirin. Ji wan projeyan yek jî projeya koperetîfa rîçalan (mirebe) e.

Di projeyê de 8 jin dixebitin da ku asta aboriya xwe bilind bikin û îsbat bikin ku jin dikarin bêyî kesekî debara xwe peyda dikin.

Piştî bidawîkirina amadekariyan, berhemên projeyê li sûkên navçeyê bi nirxên guncaw tên teşwîqkirin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Komîteya Aborî ya Jinan a navçeya Şedadê Buşra Abdullah wiha got: "Armanca me xurtkirina aboriya jinan e û em rê li ber keysbaziya bazirganan bigirin."

Buşra destnîşan kir ku ew berhemên kooperatîfên taybet ji bo jinan di sûkan de bi nirxên guncew difiroşin.

(şx)

ANHA