Di kavilan de dimînin û dibêjin 'Em ê vegerin Efrînê'

Jiyana di bin desthilatdariya çeteyên ku Efrîn dagir kiriye de qebûl nekirin, hemû milk û malên xwe li pey xwe hiştin. Niha jî di dikanên li ser reyan ên kavil de dimînin.

Di kavilan de dimînin û dibêjin 'Em ê vegerin Efrînê'
Di kavilan de dimînin û dibêjin 'Em ê vegerin Efrînê'
Di kavilan de dimînin û dibêjin 'Em ê vegerin Efrînê'
Di kavilan de dimînin û dibêjin 'Em ê vegerin Efrînê'
Di kavilan de dimînin û dibêjin 'Em ê vegerin Efrînê'
13 mijdar, 2018   08:30

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Li ser rêya di navbera gundên Babnisê û Til Şiîrê yên Şehbayê de 10 malbatên ji Efrînê di dikanên kavil de dimînin. Hejmara endamên hemû malbatan derdora 60 kesî ye. Di 6 dikanan de dimînin û di hin dikanan de 2 malbat dijîn.

Van malbatan jiyana di bin desthilatdariya çeteyên ku Efrîn dagir kiriye de qebûl nekir û mîna bi hezaran malbatên Efrînê ji malên xwe derketin û berê xwe da kantona Şehbayê û lê bi cih bûn.

Ev malbat xuya dikin ku ji bilî berxwedan û têkoşînê tu çareyeke din ji bo rizgarkirina Efrînê tune ye. Ji ber wê şert û mercên dijwar ên jiyanê li bin wan dikanan dijîn û bûne mînaka berxwedan û têkoşînê.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Mihemed Ebdo Şêxo ji ajansa me re axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir û ew dagir kir. Ji ber wê em neçar man ji malên xwe derkevin û me hemû mal, milk û zeviyên darên zeytûnê li pey xwe hiştin û me berê xwe da kantona Şehbayê. Niha tevî malbateke din di heman dikanî de em dimînin. Em ê di van dikanan de li ber xwe bidin û em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û vegerin malên xwe."

(şx)

ANHA