Da ku kenên zarokan bibîne, pîşeya xwe bernade

Apê Mihemed Umer ji 40 salan ve di pîşeya çêkirin û sererastkirina bisîklêtan de dixebite. Tevî şert û mercên jiyanê yên dijwar karê xwe berdewam dike da ku kenê li ser rûyê zarokan biçîne.

Da ku kenên zarokan bibîne, pîşeya xwe bernade
Da ku kenên zarokan bibîne, pîşeya xwe bernade
Da ku kenên zarokan bibîne, pîşeya xwe bernade
13 mijdar, 2018   08:55

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Apê Mihemed Umer ji şêniyên navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê li Bakurê Sûriyeyê ye. 62 salî ye û di pîşeya çêkirin û sererastkirina bisîklêtan (duçerxe) de dixebite.

Dikana apê Mihemed li navçeya Dirbesiyê li goşeya Kolana Pîşeyî ye. Dema mirov derbasî dikana apê Mihemed dibe, cureyên bisîklêt, motorsîklêt û tekerên wan bala mirov dikişînin. Apê Mihemed di koşeya dikana xwe ya biçûk de tev digere, wekî ku xortek 20 salî ye. Dema tekerên bisîklêtekê sererast bike, hema dest bi yeke din dike.

Ji biçûkahiya xwe ve ji vê pîşeyê hez dike. Apê Mihemed wiha qala karê xwe dike: "Dema ez biçûk bûm, her carê ku bisîklêta min xirab dibû, min bi xwe çêdikir û bi vî awayî ez fêr bûm."

Tevî ku ev pîşe debara malbata apê Mihemed peyda nake jî, lê ji ber hezkirina wî ji pîşeyê re dest jê bernade.

Apê Mihemed Umer diyar kir ku tevî derbasbûna 40 salan jî lê rojekê aciz nebû û wiha got: "Dema ez bisîklêtan çêdikim, zarok gelekî kêfxweş dibin. Ev yek zarokatiya min tîne bîra min. Heta roja dawîn di emrê min de ez ê di vê pîşeyê de bixebitim, ji ber ku dema ez şadiya zarokan bi çêkirina bisîklêtên wan dibînim, ez bi rehetî radizêm."

(şx)

ANHA