Esad El-Beşîr: Hemû pêkhateyên herêmê bi projeya demokratîk bawer in

SerokeşîrêTurkman Esad El-Beşîr diyar kir ku hin hêzên derve û milên wê yên hindirîn hewl didin tevliheviyê di navbera gel û rêveberiya heyî de derbixin û tevna civakî û jiyana hevbeş ên şêniyan têk bibin. El-Beşîr tekez kir ku hemû êl û pêkhateyên Bakurê Sûriyê bi projeya demokratîk bawer in û dê wê biparêzin.

Esad El-Beşîr: Hemû pêkhateyên herêmê bi projeya demokratîk bawer in
13 mijdar, 2018   05:20

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Serokeşîrê Ela Tirkmen Esed El-Beşîr di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me ANHA‘yê diyar kir ku hin hêzên deve berjewendiyên xwe di Sûriyê de dibînin û hewl didin ji bûyerên derxisitina tevliheviyê ku alîgirên wan derdixînin tevna civakî têk dibin û tevlheviyê di navbera şêniyan de diçînin.

El-Beşîr, destnîşan ku: "Ev ajande hewl didin tevliheviyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de derbixin û bûyerê têxin stûyê rêveberiya heyî, da ku şerxek mezin di navbera Rêveberiyê û pêkhateyan de derbixînin."

Esad El-Beşîr, di berdewama axaftina xwe de bûyera kuştina rûspiyê êla Efdalê Beşîr Feysal El-Hiwêdî ku di 2'yê Mijdarê de li Reqayê hatibû kuştin bi bîr xist û diyar kir ku gelek çapemenî ev bûyer xiste stûyê QSD'ê.

El-Beşîr destnîşan kir ku dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê timayên hin aliyên derve di xêr û bereketên herêmê xuya bûn. Her wiha diyar kir ku riya tekane ji bo têkbirina van pilanan, yekîtî ye û hevgirtina gelên herêmê ye.

Şêx El-Beşîr îşaret bi êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê û diyar kir ku ew amade ne li hemberî dijiminan bisekinin û parastina herêmê bikin.

El-Beşîr bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li hember çavbirçîbûna hêzên derve yekitiya xwe ava bikin û wiha domand: "Yekitiya me destûr nade wan hêzên ku pilan û berjewendiyên xwe bi cih bînin."

El-Beşîr di dawiyê de tekez kir ku hemû êlên Bakurê Sûriyê yên ku bi projeya demokratîk ku li herêmê pêk hatiye bawer in, heta dilopa xwîna dawî dê parastina herêmê li hember her êrîşekê bikin û hêvî kir ku ev proje li hemû erdîngariya Sûriyê û heta Rojhilata Navîn belav bibe û were bicihkirin.

(şx)

ANHA