ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.11.2018
13 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Mîhrecana Kobanê ya Navnetewî ya Fîlman li bajarê Kobanê destpê dik, mîhrecan dê 7 rojan berdewam bike, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyên 3 şervanên QSD‘ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê têne veşartin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gelê navçeya Tirbespiyê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha li djiî biryara rêveberiya Amerîkayê ya der heqê pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê meşekê li dar dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê şehîdên Komkujiya Sînameya Amûdê ku 85 sal di ser de derbas dibe li parka sînameyê bi bîr tînin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di vê pêvajoya de ku dewleta dagirker a Tirk êrîşî gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike, gelê Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên xwe di nav HPC’ê de cih digire û dibêje ew êrîşî kesî nakin, lê belê ew dê li hemberî sîstemên dagirker û zarokkuj jî heta dawiyê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokeşîrê Tirkumen diyar kir ku hin hêzên derve û milên wê yên hindirîn hewl dide tevliheviyê di navbera gelên herêmê de derxînin û mozayîka civakî û jiyana hevbeş a gelên herêmê têk bibin û tekez kir ku hemû pêkhateyên herêmê bi projeya demokratîk bawer in û dê parastina wê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakiyên Kongreya Star ên bi wesîleya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd diyar ki ku hebûna jinên siyasetmedar di zindanan de cureyeke tundiyê ye û wiha got: “Em çalakiya Leyla Guven mafdar dibînin û heger mirovahî dixwaze êdî aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn û di cîhanê de çêbe, divê birêz Abdullah Ocalan serbest were berdan.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-" Em ji zulma koledaran rizgar kirin em ê heya dawî wefedariya wî bin" bi van gotinan jinên  kantona Efrînê soza dan ku ew ê xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişopînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca xurtkirina asta aboriya xweser û rêgirtina li r keysbaziya bazirganan, Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star a Şedadê gelek proje da destpêkirin. Jê projeya reçelan(Mirebe). (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Şoreşger ên Sûriyê yekemîn civîna xwe ya piştî konferansê li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- 13'ê Mijdarê salvegera sêyemîn a rizgarkirina navçeya Holê ye. Gelo guhertinên ku li navçeyê di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e rû dane çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên gundên li ser sînor tevî êrîşên dagirkeriya Tirk ku heta xwendekar û dibistan dikin hedef, diçin dibistanên xwe. Ji aliyekî din ve civaka navdewletî li hember êrîşan tu bertek nîşan nadin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jiyana di bin hikuma çeteyên ku Efrîn dagirkirine qebûl nekir. Hemû milk û malên xwe li pey xwe hiştin û di dikanên li ser riyên kavil de dimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Mihemed Umer ji 40 salan ve di pîşeya çêkirin û sererastkirina piskilêtan de dixebite. Tevî şert û mercên jiyanê yên dijwar lê karê xwe berdewam kir da ku ken li ser rûyê zarokan biçîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA