Hêzên Îsraîlê avahiya Kenala Aqsatv hilweşand

Hêzên Îsraîlê avahiya Kenala Aqsatv ya girêdayî Tevgera Hemas hilweşand û gelek deverên Xezaye kir hedef.

Hêzên Îsraîlê avahiya Kenala Aqsatv hilweşand
12 mijdar, 2018   21:25

XEZA

Nûçegihanê me diyar kir ku balafirên şer û yên keşfê yên hêzên Îsraîlê êvara duşemê bi zêdeyî 6 fûzan avahiya Kenala Aqsatv ya ser bi Tevgera Hemas bi temamî hilweşand. Li gorî agahiyên destpê nêzî 3 kes birîndar bûn, tê gotin ku birînên wan sivik in.

Balafirên şer her wiha li Refeh, Xan Yûnis û bajarê Xezayê malên welatiyan kirin hedef, ji ber bomebaranê ji sivîlan birîndar hene. Di heman demê de balafirên şer nuqteyên leşkerî yên li deverên navborî kirin hedef.

Berxwedana Filistînê û hikûmeta Îsralîra gihandin ku ew lihevgirtin anî agirbestê red dikin. Li beramberî hêzên Îsraîlê qonaxa duyemîn a operasyona leşkerî ragihand û biryareke derxist ku operasyonên xwe yên leşkerî berfirh bike.

Wezareta Perwerdeyê ya Xezayê ji ber rewşa heyî perwerde li hemû dibistan û zanîngehan de sekinandiye.

ANHA