‘Em ê li dijî dewleta zarokkuj, li ber xwe bidin’ 

Di vê pêvajoya de ku dewleta dagirker a Tirk êrîşî gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike, gelê Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên xwe di nav HPC’ê de cih digire û dibêje ew êrîşî kesî nakin, lê belê ew dê li hemberî sîstemên dagirker û zarokkuj jî heta dawiyê li ber xwe bidin.

‘Em ê li dijî dewleta zarokkuj, li ber xwe bidin’ 
‘Em ê li dijî dewleta zarokkuj, li ber xwe bidin’ 
‘Em ê li dijî dewleta zarokkuj, li ber xwe bidin’ 
‘Em ê li dijî dewleta zarokkuj, li ber xwe bidin’ 
‘Em ê li dijî dewleta zarokkuj, li ber xwe bidin’ 
‘Em ê li dijî dewleta zarokkuj, li ber xwe bidin’ 
‘Em ê li dijî dewleta zarokkuj, li ber xwe bidin’ 
13 mijdar, 2018   06:08

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li hember vîna gelên Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê şikestin, vê carê dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bakurê Sûriyeyê û Rojava kir. Dewleta dagirker bi taybet jî bajarên Rojava; Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbesiyê û Tirbesiyê dike hedef. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ev nêzî salekê ye bê hêz bûn, dewleta dagirker heta niha gelek sivîl li ser sînor qetil kirin.

Yek ji van herêmên ku dibin hedefa êrîşên dewleta dagirker jî Serêkaniyê ye. Serêkaniyê bi pêkhateyên xwe tê naskirin. Di Serêkaniyê de Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çeçen dijîn. Ev gelên ku piştî şoreşa Rojava bi awayekî wekhev û demokratîk dijîn, bi hev re jî bajarê xwe diparêzin. Hêza parastinê ya ku herî zêde bala mirov dikişîne jî Hêzên Parastina Civakî (HPC) ne. HPC’ê ji destpêka şoreşê heta 2015’an bi hêzên parastinê re tax, bajar û welat diparastin, piştî 2015’an xweseriya xwe îlan kir. HPC hêzek ji hemû beşên civakê pêk tê û bi dilxwazî kar û xebatên xwe dide meşandin.

Di vê pêvajoya ku dewleta dagirker êrîşî gelê sivîl dike de, erkê herî giran dikeve ser milê HPC’ê. HPC jî dîsa wekî her carê, tax bi tax bajêr diparêze û gel fêrî xweparastinê dike.

Wek ajansa Hawar me jî bi endamên HPC’ê yên li ser karê xwe re hevpeyvîn çêkirin.

Rêvebera HPC’a Serêkaniyê Suriye Mihemed anî ziman ku ew dayik in, çek di destê wan de ji bo parastina xwe û taxa xwe heye û wiha got: “Rast e çek di destê me de ye, lê em êrîşî kesî nakin, me cihê kesê dagir nekiriye. Em mafê xwe yê parastinê pêk tînin. Lê Erdogan îro êrîşî me dike. Her roj ser sînoran êrîşî gelê me dike. Ser sînoran tijî tang û top kirine, nahêle zarokên me bijîn. Em jî li hemberî van êrîşan xwe perwerde dikin, civakê ji bo xweparastinê amade dikin. Me şehîd dane û em ê rêça wan biparêzin. Çawa gelê me di Kobanê de li ber xwe da û bi ser ket, em ê dîsa li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em îro bi hemû pêkhateyên xwe li vir in.”

 ‘Em gelê xwe li hemberî xetereyan hişyar dikin’

Yek ji endaman jî jina 46 salî Melke Xelef e ku ji pêkhateya Ermen e. Melke ku taxa xwe diparêze diyar kir ku karê wan xizmeta civakê û parastina taxên wan e. Melke destnîşan kir ku ji bo parastina civaka wan çi bikeve ser milê wan, dê bikin.

Yek ji endamên HPC’ê jî Mahir Ehmed yê ji pêkhateya Ereb e. Merih got ku erka wan parastina bajarê wan e li hemberî her cur êrîşan û wiha axivî: “Çavê me her tim vekirî ye û em gelê xwe li hemberî xetereyan hişyar dikin.”

Endama bi navê Şemsa Ebdî ku ji pêkhateya Kurd e jî da zanîn ku ew zarokên xwe li dijî her êrîşekî diparêzin û wiha dewam kir:“Jixwe zarokên me her tim di parastina welat de ne, em cîranên xwe û hemû bajar li hemberî van êrîşan hişyar dikin. Em her dem di nava taxan de ne, nava gel de ne û her dem li dijî kesên ku dixwazin zirarê bidin civakê, hişyar in.”

ANHA