Li Helebê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê rêzecivîn hatin lidarxistin

Li Helebê bi wesîleya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê rêzecivîn hatin lidarxistin.

Li Helebê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Helebê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Helebê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Helebê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Helebê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Helebê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Helebê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Helebê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê rêzecivîn hatin lidarxistin
Li Helebê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê rêzecivîn hatin lidarxistin
12 mijdar, 2018   18:10

HELEB

Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê di çarçoveya çalakiyên bi wesîleya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de li beşên rojava, rojhilat û Marûf civîn lidar xistin. Bi dehan jinên taxê beşdarî civînan bûn.

Civîn bi rêzgirtin dest pê kirin.

Di civînan de, rêveberên Kongreya Star Sîham Bîlal û Nehla Mustfa, Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Dunya Bekir, Rêvebera Beşa Jinelojî Ronahî Milhim û Rêvebera Komîteya Têkiliyên Dolplomasî ya Kongreya Star Leyla Xalid axivîn.

Di civînan de dîrok û girîngiya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan hate vegotin.

Her wiha hate gotin ku pergalên desthiltadar bi hemû hêza xwe hewl didin pêşketina jinan asteng bikin û hate diyarkirin ku piştî dagirkirina Tirkiyê ji hin herêmên Sûriyê  gelek komkujiyên ne mirovî der heqê gelê herêmê de bi taybetî li hemberî jinan hatin kirin, mînaka vê yekê qetilkirina Reşa Bisês li Cerablusê û belavkirina dîmenên kuştina wê, hate destnîşankirin ku armanca balavkirina vê dîmenê jinan bitirsînin û wan bê îrade bixe.

Di axaftinan de, her wiha hate destnîşankirin ku ji tundiya li ser jinan gelek rêbaz hene, jê aliyê dirûnî, cinsî û axaftin û hate gotin ku zewicandina zarokan yek ji cureyên tundiya li ser jinan e.

Piştî axaftinan deriyê nîqaşan hat vekirin û mijdarên girêdayî tundiya li ser jinan, pirsgirêkên li jinan rast tên hatin nîqaşkirin. Li hemberî vê yekê girîniya rêxistinkirin û perwerdekirina jinan hat destnîşankirin.

ANHA