Di navbera Îsraîl û Filistiyan de şer

Hate ragihandin ku "Berxwedana Filistînê"zêdeyî 120 fûz û top avêtin sînorê li beramberî Xezayê, li gorî agahiyên destpêkê 17 Îsraîlî birîndar bûn. Li ser bersivdayînê jî hêzên Îsraîlê  êrîş kirin di encam de 3 Filistînî mirin û 3 jî birîndar bûn.

Di navbera Îsraîl û Filistiyan de şer
12 mijdar, 2018   18:51

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku "Berxwedana Filistînê" topeke "Kornet" avêt otobuseke Îsarîlê li ser sînorê li bermaberî Xezayê di encamê de du îsraîlê birîndar bûn, birîna yekî giran e. Her wiha 12 îsraîliyên din di encama avêtina 12 fûz û topên hawnê li ser jîngehên Xelaf a Xezayê de birîndar û ziyanên gihiştin male îsraîliyan.

Nûçegihanê me diyar kir ku "Berxwedana Filistînê" siyareyeke leşkerên Îsraîlê lê siwar bûn kir hedef, li vir jî 5 leşker birîndar bûn jê 2 birîna wan giran e.

Li aliyekî din balafirên şer ên Îsraîlê êrîş birin ser bargeheke leşkerî ya girêdayî "Eniya Gel a Rizgarkirina Filistînê" li Bakurê Xezayê. Li gorî encamên heya vê kêliyê du çekdarên Filistînê bi navê Mihemed Tetrî û Mihemed Ewde jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. Di êrîşên li ser Refehê li başûrê Xezayê filistîniyê bi navê Hemed El-Nexala jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê li taxa Şûcayê ya bajarê Xezayê gelek top avêtin deverên leşkerî û malên sivîlan.

ANHA