Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir îro li Hesekê hatin lidarxistin

Piştî Kobanê,Tebqa û Qamişlo, çalakiyên Çaremîn Festîvala Şehîd Hogir a Çand û Hunera Dicle û Firatê îro li bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir îro li Hesekê hatin lidarxistin
Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir îro li Hesekê hatin lidarxistin
Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir îro li Hesekê hatin lidarxistin
Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir îro li Hesekê hatin lidarxistin
Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir îro li Hesekê hatin lidarxistin
Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir îro li Hesekê hatin lidarxistin
Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir îro li Hesekê hatin lidarxistin
Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir îro li Hesekê hatin lidarxistin
Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir îro li Hesekê hatin lidarxistin
12 mijdar, 2018   17:29

HESEKÊ

Çaremîn Festîvala Şehîd Hogir a Çand û Hunera Dicle û Firatê ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rajava (YCR) ve tê organîzekirin.  Festîval bi armanca diyarkirina çand û hunera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê birêxistinkirin.

Çalakiriyên Çaremîn Festîvala Şehîd Hogir beriya niha li Kobanê, Qamişlo û yekem car li bajarê Tebqayê hatin lidarxistin.

Îro jî li bajarê Hesekê li stada herêma Werzîşê ya taxa Xiwêran çalakiyên festîvalê li dark et.

Bi sedan şêniyên bajêr beriya ku festîvak dest pê bike bi saetan berê xwe dabûn stadê.

Stad bi posterên Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya jinên Ciwan, Tevgera Xwendekarên Demokratîk hatibû xemilandin.

Çalakiyên festîvalê bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê koma hunerî ya girêdayî Hêzên Erka Xweprastinê berhemên xwe yên mûzîkê pêşkêş kirin.

Paşê ji rêveberên Yekitiya Ciwanên Rojava Erdal Hêvî axivî û têkoşîna şehîd Hogir di nava tevgerê de vegot.

Hêvî her wiha biryara Amerîkayê ya der heqê fermandarên Tevgera Azadiya  Kurdistanê şermezar kir û anî ziman ku biryarên bi vî rengî nişaneya îflaş û lewaziya wan a li hemberî berxwedaniya gelê Kurd diyar dike.

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah jî axivî û anî ziman ku herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, bi taybet gefên Tirkiyê û hevalbendên wê yên li ser herêmê û bang li ciwanan kir ku hemberî êrîş û gefên ku ewlehiya herêmê dike hedef seferber bin.

Piştî axaftinan komên hunerî yên Minbic, Tebqa û Reqayê şano û stran pêşkêş kirin. Beşdaran jî li ber stranan dîlan gerandin û dirûşmeyên silavkirina QSD‘ê di avêtin.

Di dawiya festîvalê de Koma Nimûr a Taykwando çalakiyeke werzîşê pêşkêş kir.

ANHA