Li hemberî hewldanên derxistina tevliheviyê bang

Yek ji fermendarên QSD'ê û endamê rêveber ê Partiya Pêşerojê ya Sûriya bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku ji hewldanên derxistina tevlihiyê hişyar bin.

Li hemberî hewldanên derxistina tevliheviyê bang
Li hemberî hewldanên derxistina tevliheviyê bang
Li hemberî hewldanên derxistina tevliheviyê bang
12 mijdar, 2018   16:44

TEBQA

Li gundê Sefsafayê yê dikeve gundewarê rojavayê herêma Tebqayê civîneke girseyî hate lidarxistin. Di civînê de bi sedan kes tevî fermendarê QSD'ê Omîd Gabar û endamê rêveber ê Partiya Pêşerojê ya Sûriye Musena Ebdulkerîm amade bûn.

Di civînê de girîngiya tevna niştîmanî a hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrîşa hovane ya gelek aliyên herêmî û navdewletî li dijî herêmê pêk tên hate kirin.

Ji aliyê xwe fermendarê QSD'ê Omîd Gabar windakirina DAIŞ'ê ji piraniya erdîngariya ku dagir kiribû destnîşan kir. Her wiha tekez kir ku têkçûnên DAIŞ'ê sedema sereke ya êrîşên  dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ye.

Omîd wiha domand: "Êrîşên Tirkiyê bi hevkariya Rûsya û hevalbendên wê piştî civîna çaralî ku di meha borî de li Tirkiye hatibûn lidarxistin pêk hatin."

Her wiha Gabar tekez kir ku rêjîma Sûriyê hîna hewl dide ji nû ve serweriya xwe li tevahiya erdîngariya Sûriyê li gorî şert û mercên berê diyarkirî ferz bike.

Gabar Di berdewam gotinên xwe de îşaret bi "Artêşa Azad" kir ku veguheriye çete li gel dewleta Tir û wiha anî ziman: "Opozisyona Sûriyê ku navê artêşa Sûriyê li xwe dikir ji nûnertiya gelê Sûriyê bûne çete li gel dewleta Tirk. Armancên wê jî mîna hemû kesên ku dixwazin ser hesabê gelê berxwedêr desthilatdariya Sûriyê bi dest bixin."

Omîd her wiha got: "Bê exlaqiya navdewletî û herêmî ji civînên Astanayê derket holê ku bû sedema koçberkirina bi hezaran gelê Sûriyê ji gund û bajarên wan. Ji lihevkirina Heleb, Cerablus û Babê û heta lihevkirina Efrîn û Xûtaya Rojhilat û Idlibê bi dawî bû."

Fermandarê QSD‘ê Omîd Gabar destnîşan kir ku hemû fermendariyên leşkerî û siyasî yên herêmê ji ber şehadeta şêxê êlê El-Efedalê Feysal Beşîr El-Hiwêdî xemgîn in û her wiha soza tolhildanê da. Omîd xebatên niştimanî yên şêx Feysal beriya rizgarkirina û heta şehdeta wî bibîr xist. Her wiha Gabar banga hişyariyê û vala derxistina plana dijimanan kir ku hewl didan bi rêya qetikirina şêx Feysal nakokiyek nû ku biratiya gelên rojhilatê Firatê dike hedef.

Ji aliyê xwe ve serokê Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriye şaxê Teqayê Musena Ebdulkerîm girîngiya yektiya rêziyê li dijî projeyên şerê taybet ku herêmên rojhilatê Firatê yên ewle dike hedef tekez kir û siyaseta asîmlasyonê ku Tirkiye li herêmên dagirkirî de dimeşîne şermezar kir.

Ebdulkerîm wiha domand: "Divê em ji xwe pirs bikin, gelo kî sûd ji soyuqastkirrina Şêx Beşîr El-Hiwêdî û hemû sûcên der heqê gelê Sûriyê de pêk hatine digire?"

(şx)

ANHA