Têkildar tundiya li ser jinan semîner hate dayîn

Di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava "Werin em vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin" de Kongreyaa Star ya Serêkaniyê semînerek li dar xist.

Têkildar tundiya li ser jinan semîner hate dayîn
Têkildar tundiya li ser jinan semîner hate dayîn
Têkildar tundiya li ser jinan semîner hate dayîn
Têkildar tundiya li ser jinan semîner hate dayîn
12 mijdar, 2018   16:19

HESEKÊ

Semîner li navçeya Zirganê li hola Meclisa Gel a Zirganê hate lidarxistin. Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di semînerê de endamên saziyên sivîl û bi dehan jin beşdar bûn.

Di semînerê de behsa Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û çîroka her sê xwişkên Mîrabal hate kirin.

Di semînerê de Rêveberiya  Kongreya Star a Serêkaniyê Mûna Yûsif axivî û behsa dîroka mirovahiyê kir da ku rêbazên avakirina civakan werin nasîn û rola jinan ji hezaran salan ve di avakirina civaka xwezayî de û wiha anî ziman: "Sîstemên sermayedar ên desthilatdar jin û mêran wek kole dibînin, lê belê jin ji aliyê van sîsteman û mêran ve kole hatin dîtin."

Mûna Yûsif behsa têgeha azadiyê kir ku şaş tê bikaranîn, bi taybet ku li dewletên rojavayî tê meşandin û rê ji ciwanên jin re vedike ku ji pîvanên civaka xwe derkevin û ji azadiya rasteqîn dûr dikevin. Mûna her wiha behsa rewşa jinan û serpêhatiya wan di serdema dagirkeriya DAIŞ'ê de kir û di dawiya semînerê de wiha got: "Jinan tevî hemû tundiya li ser wan tê meşandin, xwe di hemû aliyan de îspat kir. Berxwedana leheng a şervanên YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê mînaka vê yekê ye."

Semînera bi nîqaşê bi dawî bû.

ANHA