Bi hezaran kes cenazeyê şehîd Roniya û Zinar oxir kirin

Bi hezaran kesî cenazeyên du şervanên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekê li Goristna Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Bi hezaran kes cenazeyê şehîd Roniya û Zinar oxir kirin
Bi hezaran kes cenazeyê şehîd Roniya û Zinar oxir kirin
Bi hezaran kes cenazeyê şehîd Roniya û Zinar oxir kirin
Bi hezaran kes cenazeyê şehîd Roniya û Zinar oxir kirin
Bi hezaran kes cenazeyê şehîd Roniya û Zinar oxir kirin
Bi hezaran kes cenazeyê şehîd Roniya û Zinar oxir kirin
Bi hezaran kes cenazeyê şehîd Roniya û Zinar oxir kirin
12 mijdar, 2018   16:10

QAMIŞLO

Bi hezaran kes ji bo oxirkirina cenazeyên şervana YPJ‘ê Sultan Bolca (Roniya Nisêbîn) û şervanê YPG‘ê Erdal Ozdemir (Zinar Çiya) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmekê li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê kom bûn.

Tevî bi hezaran şêniyên herêmê, şandiyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê oxirkirinê bûn.

Girseya gel piştî wergirtina cenazeyan bi kerwanekê ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.

Kerwanê cenazeyan bi gihiştina goristanê re ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Li Goristanê merasîmek leşkerî ji aliyê YPG,  YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Ji fermandara YPJ‘ê Nûjiyan Xêrkê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêiya şehîdan û parastina nirxên mirovahiyê dan.

Nûjiyan got: "Herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe pêwîstî bi yekrêziya li hemberî faşîmaya dagirkeriyê heye.  Nemaze pişî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên û gundên Bakur û Başûrê Sûriyê. Tirkiyê bi van êrîşên xwe hewld dide zextê li ser çeteyên DAIŞ‘ê sivik bike."

Bi navê Tevgera Civaka Demokrtîk (TEV-DEM) Seyîd Sîpan jî axivî û got, Projeya Netewa Demokarîk çareseriya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyeyê.

Sîpan di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê û diyar kir dagirkeriya Tirkiyê bi van êrîşên xwe yên li dijî sivîlan hewl dide projeya Netewa Demokratîk têk bibe û herêmên ji niştecihên wê yên resen vala bikin."

Piştî axaftinan, nasnemeyê şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Yûsif Hacî ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girse cenazeyên şehîdan hilgirtin ser milên xwe û di nava dirûşmeyan spartin axê.

Nasnemeyên şehîdan wiha ne:

Nav û paşnav: Ronya Nisêbîn

Nasnav: Sultan Bolca

Navê dayikê: Xezal

Navê bav: Mihyedîn

Cih û dîroka Şehadetê: Dêrazor 4‘ê Mijdara 2018‘an

………………………

Nav û paşnav: Erdal Ozdemir

Nasnav: Zinar Çiya

Navê dayikê: Medeniya

Navê bav: Mustefa

Cih û dîroka Şehadetê: Dêrazor 4‘ê Mijdara 2018‘an

ANHA