Li ser tevnên civakî kampanyaya rawestandina şerên li ser kurdan

Bikarhênerên medya civakî yên Erebistana Siûdiyê banga rawestandina şerê li hemberî kurdan dikin.

Li ser tevnên civakî kampanyaya rawestandina şerên li ser kurdan
12 mijdar, 2018   15:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Bikarhênerên medya civakî yên Erebistana Siûdiyê li hemberî êrîşên Tirkiyê yên li djiî gelê Kurd kampanyaya  Haştagê bi navê #Em bang li Tirkiyê dikin ku şerê li hemberî kurdan rawestînin " dane destpêkirin.

Bikarhênereke Twitterê belav kir: "Tirkiyê gel Kurdan dizelimîne mafê mirovan ji vê yekê li kuderê ye, em li rex we ne ta hûn mafê xwe vegerînin."

Hin din jî bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî binpêkirinên faşîmaya Erdogan mûdaxele bikin û Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20 saln ve di girava Îmralî de girtiye serbest berde.