Mamosteyan biryara DYA'yê şermezar kir

Mamosteyên navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê biryara DYA'yê der heqê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê de şermezar kirin. Her wiha tekez kirin ku biryar berdewama komploya navdewletî ye.

Mamosteyan biryara DYA'yê şermezar kir
12 mijdar, 2018   14:52

HESEKÊ

Mamosteyên peymangeha Roza Cûdî ya navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê li Bakurê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê biryara DYA'yê ya der heqê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê de şermezar kirin.

Daxuyanî li ber avahiya peymangehê ji aliyê mamosteya Zimanê Kurdî Jiyan Hemo hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

'Ji demeke dirêje ve û Erdoganê dagirker bi gelek hincetan gefa êrîşan li herêmên Bakurê Sûriyê dixwe. Di vê çarçoveyê de êrîşî gundên Kobanê, Girê Spî û herêmên Cizîrê kir. Tê zanîn ku êrîşên dagirkeriya Tirk piştî serkeftinên QSD'ê li bajarokê Hecîn yê girêdayî Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê pêk hatin.

Biryarên DYA'yê yên dawî der heqê pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê Murad Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan de tê wateya berdewamkirina komploya navdewletî ya der heqê Ocalan de di sala 1999'an de pêk hatiye ye.

Biryara DYA'ê ya der heqê her sê pêşengan de hat, ji ber  ku DYA'ê tênegihiştiye têkoşî û berxwedana wan li dijî pergalên faşîst û yên paşketî.

Em weke mamosteyên navçeya Dirbesiyê biryarên DYA'ê şermezar dikin.'

(şx)

ANHA