Rewşa tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate gotûbêjkirin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek bi komîteyên tenduristiyê yên girêdayî Desteya Tenduristiyê re li dar xist û tê de rewşa tenduristiyê ya rêveberiyan û rêbazên pêşxistina rewşa tenduristiyê gotûbêj kirin.

Rewşa tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate gotûbêjkirin
12 mijdar, 2018   12:46

GIRÊ SPÎ

Di civînê de hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid û Ebid El-Muhbaş û hevserokên hemû komîteyên tenduristiyê yên reveberiyan amade bûn. Beşdaran rewşa tenduristiyê ya rêveberiyên xweser û sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û rêbazên pêşxistina rewşa tenduristiyê û sîstema tenduristiyê gotûbêj kirin.

Di civînê de her wiha rêziknameya komîteyên tenduristiyê hate nîqaşkirin. Meclisa Rêveber dê van civînên xwe ji komîteyên Cizîrê, Efrîn, Kobanê, Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Minbicê re bidomîne.

Li gorî hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku ev rêzecivîn bi dawî bibin, dê civîneke berfireh ji nûnerên komîteyên van rêveberiyên xweser û sivîl re li dar bixin û dê kar û xebatên mehane û plansaziyên komîteyan binirxînin.

ANHA