‘Gelê herêmê xwe bi rêxistin kir û yekitiya xwe ava kir’

Ji rayedarên PYD`ê  Selman Şêxî da zanîn ku gelê Bakurê Sûriyeyê xeta sêyemîn hilbijart û Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kir. Şêxî tekez kir ku gelê herêmê xwe bi rêxistin kiriye û yekitiya xwe ava kiriye.

‘Gelê herêmê xwe bi rêxistin kir û yekitiya xwe ava kir’
‘Gelê herêmê xwe bi rêxistin kir û yekitiya xwe ava kir’
‘Gelê herêmê xwe bi rêxistin kir û yekitiya xwe ava kir’
‘Gelê herêmê xwe bi rêxistin kir û yekitiya xwe ava kir’
12 mijdar, 2018   12:52

QAMIŞLO

Îro Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca agahdarkirina gel ji rewşa dawîn a herêmê re, civînek li navçeya Til Birak a herêma Cizîrê re li dar xist. Civîna ku li meclisa navçeyê hate lidarxistin, bi dehan şêniyên navçeyê tev lê bûn.

Di civînê de ji rêveberên PYD`ê Selman Şêxî der barê rewşa dawîn a herêmê de axivî û diyar kir  ku dewleta Tirk dixwaze ewlekarî û îstiqrara herêmê û bi taybet herêmên Bakurê Sûriyeyê xerab bike. Şêxî bi bîr xist ku armaca artêşa Tirk a dagirker ji êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê, astengkirina pêşeveçûyîna şervanên QSD`ê li herêma Dêrazorê ye.

Selman anî ziman ku gelê Bakurê Sûriyeyê xeta sêyemîn hilbijart, Rêveberiya Xweser ava kir û li aliyê tu kesî nesekinî û wiha dewam kir: “Gelê Bakurê Sûriyeyê li ser rêgezên neteweya demokratîk xwe bi rêxistin kir û yekitiya xwe ava kir.”

Şêxî bi lêv kir ku dewleta Tirk derbasî Sûriyeyê bû û axa wê dagir kir û hemû çareseriyên aloziya Sûriyeyê ku derbasî sala xwe ya 8`an bûye, asteng kirin.

(kc)

ANHA