'Tirkiye dest diavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'

Fermandar Heqî Sebhawî di merasîma sersaxiya malbata şehîd Lezgîn Qamişlo de destnîşan kir ku ew şer naxwazin lê aliyên ku êrîşî wan bikin, mafê wan ê xweparastinê û parastina gelê xwe heye. Her wiha diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe hewl dide dest biavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

'Tirkiye dest diavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
'Tirkiye dest diavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
'Tirkiye dest diavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
'Tirkiye dest diavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
'Tirkiye dest diavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
'Tirkiye dest diavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
'Tirkiye dest diavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
'Tirkiye dest diavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
'Tirkiye dest diavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
12 mijdar, 2018   12:24

QAMIŞLO

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo bi armanca ku sersaxiyê ji malbata şervanê YPG'ê şehîd Ehmed Hacirî (Lezgîn Qamişlo) re bixwazin, serdana konê sersaxiyê yê li taxa Qudurbeg a bajarê Qamişlo kir. Di merasîma sersaxiyê de nûnerên saziyên civaka sivîl, şervanên YPG û YPJ'ê, endamên saziyên xizmetguzarî, ewlehî û civakî amade bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna Remo axivî û behsa fedakariya şehîdan ji bo azadiya gelê xwe kir û wiha got: "Bila dijmin bizane ku em bi şehîdên xwe serbilind in. Em ji parastina ax û welatê xwe re her tim amade ne."

Di merasîmê de fermandarê YPG'ê Heqî Sebhawî soza şopandina rêya şehîdan nû kir û wiha got: "Dewletên dagirker bi armanca têkşikandina îradeya gel êrîşî gelên herêmê dikin. Baweriya me bi gelê me zêde ye û ji ber vê yekê heta niha hemû hewldanên dijmin hatine têkşikandin."

Sebhawî diyar kir ku dijmin bi hemû derfet û rêbazan hewl dide fitneyê di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxe û kuştina şêxê eşîreke bajarê Reqayê şêx Beşîr El-Hiwêdî nîşana vî yekê ye û wiha got: "Em ji van kujeran re dibêjin ku hûn tu carî nikarin fitneyê di nava gel de derxin. Gelê me jêdera hêza me ye."

Sebhawî di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em şer naxwazin. Lê aliyên ku êrîşî me bikin mafê me yê xweparastinê û parastina gelê me heye."

Sebhawî got ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan destdirêjiyan li pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îradeya gelê me û girêdana gel bi şehîdan re hişt ku hemû hewldanên dijmin bêne têkşikandin. Bi berxwedan û fedakariya şervanan li ser rêya şehîdan em ê Efrînê rizgar bikin."

Li ser navê malbata şehîd Lezgîn Qamişlo apê wî Zuhêr Hacirî axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û dê rêya şehîdan ber bi azadiyê ve bişopînin.

Merasîma sersaxiyê berdewam e.

ANHA