QSD'ê dewreyeke nû ya perwerdekirina fermandaran vekir

Akademiya şehîd Ezîz Ereb a leşkerî ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî îro 8'emîn dewreya perwerdekirina fermandaran bi navê dewreya şehîd Qurşîn bi merasîmekê dest pê kir.

QSD'ê dewreyeke nû ya perwerdekirina fermandaran vekir
QSD'ê dewreyeke nû ya perwerdekirina fermandaran vekir
QSD'ê dewreyeke nû ya perwerdekirina fermandaran vekir
QSD'ê dewreyeke nû ya perwerdekirina fermandaran vekir
QSD'ê dewreyeke nû ya perwerdekirina fermandaran vekir
12 mijdar, 2018   11:50

GIRÊ SPÎ

Di dewreya 8'emîn a fermandaran de ya bi navê şehîd Qurşîn ku li akademiya şehîd Ezîz Ereb a perwerdeyên leşkerî hatiye destpêkirin, bi dehan şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji seranserî herêma Firatê beşdar bûn.

Dewre dê du mehan dom bike û waneyên siyasî, fikrî û leşkerî têde bêne dayîn.

Di merasîma destpêkirina dewreyê de fermandarên QSD'ê, YPG'ê û YPJ'ê beşdar bûn. Merasîm bi tûreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate destpêkirin û piştre şervanan sonda leşkerî xwarin.

Di dawiya merasîmê de şervanan xelekên dîlanê li ber stranên şoreşgerî gerandin.

Şehîd Cuma Şakir Hemê (Qurşîn) di pêngava şerê tunekirina terorê de di 25'ê meha borî de şehîd bû û li Kobanê bi merasîmekê cenazeyê wî hate oxirkirin.

ANHA