Çalakiyên 25`ê Mijdarê sibê li herêma Firatê destpê dike

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinê bi hevkariya Kongreya Star û Komeleya Mafên Mirovan, 13`ê Mijdarê ango sibê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyên Roja  25`ê Mijdarê dikin. 

Çalakiyên 25`ê Mijdarê sibê li herêma Firatê destpê dike
Çalakiyên 25`ê Mijdarê sibê li herêma Firatê destpê dike
12 mijdar, 2018   11:29

ŞÎRÎN MIHÊDÎN / KOBANÊ

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinê bi hevkariya Kongreya Star, hemû endamên jin ên saziyan, Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan (SYPG) û Komeleya Mafên Mirovan ji bo çalakiyan 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şideta li ser Jinan, li herêma Firatê amadekariyên xwe bi dawî kirin

Di nava rêzeçalakiyan de li gund û komînên Kobanê meş, semîner, sinevîzyon û şano dê  werin lidarxistin. Hat diyarkirin ku çalakiyên ji bo 25`ê Mijdarê wê 13`ê Mijdarê ango sibê bi daxuyaniyekê dest pê bikin.

Der barê mijarê de rêvebera Rêxistina Sara Şêrîn Mislim diyar kir ku divê hemû jin li dijî şîdetê bibêjin êdî bes e û got pêwîst e hemû jin bi rengê xwe tev li çalakiyan bibin.

Her wiha Şêrîn Mislim bi bîr xist ku armanca çalakiyên îsal di heman demê de şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îşkenceya li ser jinên Efrînê û êrîşên li ser Rojava ye.

(kc)

ANHA