Belavkirina mazotê li ser şêniyên Kobanê dewam dike

Komîteya Sotemeniyê bi destpêkirina demsala zivistanê re dest bi belavkirina mazotê li şêniyên Kobanê û gundewarên wê kir. Belavkirina mazotê heta niha dewam dike.

Belavkirina mazotê li ser şêniyên Kobanê dewam dike
Belavkirina mazotê li ser şêniyên Kobanê dewam dike
12 mijdar, 2018   07:22

ŞÎRÎN MIHÊDÎN / KOBANÊ

Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Kobanê bi hatina demsala zivistanê re dest bi belavkirina mazotê li şêniyên Kobanê û gundewarên wê kiribû û karê belavkirinê berdewam e.

Mazot bi rêya kartên ku beriya demekê dabûn malbatên kantona Kobanê, tê belavkirin. 47 hezar kart li şêniyên kantona Kobanê ji bo mazotê hatibûn belavkirin.

Komîteya Sotemeniyê ji her malbatekê re 600 lître mazot amade kiribû û dabeşî du beşan kiribû. Di beşa yekê de 400 lître tê belavkirin. Meh û nîvek e beşa yekê tê belavkirin, piştî ku beşa yekê bi dawî bibe dê beşa duyemîn dest pê bike.

Beşa yekemîn heta niha tê belavkirin. Dema ku ev belavkirin bi dawî bibe, dê beşa duyemîn dest pê bike. Heta niha 12 milyon litir mazot bi buhya 55 lereyên Sûrî li şêniyên kantona Kobanê hatiye belavkirin. Komîte bi erebeyên taybet mazotê dighîne her malekê.

Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Kobanê Nebîl Kecel wiha got: "Hinekî em dereng man ji ber ku mazot kêm bû, lê em hewl didin pêdiviyên şêniyên Kobanê bi cih bînin."

ANHA