Li Efrînê polîtîkayên asîmîlekirin û guhertina demografyayê

Li kantona Efrînê ku ji aliyê dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, polîtîkayên qirkirina çandî, guhertina demografîk, talan û wêrankirina deverên dîrokê bê navbar didomin.

12 mijdar, 2018   07:15

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê pinpêkirinên xwe yên rojane der heqê sivîlên Efrînê de didomîne. Hêzên dagirker li gel kuştin, revandin, îşkencekirin û talankirina milkan, polîtîkayên asîmîlekirinê dimeşînin. Dagirkeriya Tirkiyeyê hewl dide bi rêya ferzkirina ziman û çanda tirkî, nasname û çanda kantona Efrînê biguherîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku 18‘ê Adarê Efrîn dagir kir, bi armanca qirkirinê polîtîkayên asîmîlekirinê ango ferzkirina ziman, çand û rêbazên xwe yên jiyanî li ser gel dan meşandin.

Rakirina al û sembolên tirkî

Polîtîkayên tirkkirinê ku dagirkeriya Tirk li Efrînê dimeşîne, di gelek cihan de eşkere dibin. Hêzên dagirker piştî ku Efrîn dagirker kir, al û sembolên Tirkan li ser avahî û saziyan hildan. Her wiha navên sazî û navendên xizmetguzariyê bi zimanê kurdî rakirin û bi zimanê erebî û tirkî nivîsandin. Her wiha dagirkeran materyalên kurdî ji dibistanan rakirin û li şûnê materyalên bi zimanê erebî û tirkî ferz kirin.

Têkildarî heman mijarê gelek xuyangên kantonê û çerxerêya qada sereke li bajêr hatin guhertin. Peykera Kawayê Hesinkar hate wêrankirin û navê Çerxerêya Kawa guhertin û kirin “Çerxerêya Şaxê Zeytûnê”. Her wiha navê Çerxerêya Wetanî guhertin û kirin Çerxerêya Recep Tayyîb Erdogan û navê kolana El-Tilel bi kolana Atrgel re hate guhertin. Her wiha navên gelek gundan veguherandin navên erebî.

Qedexekirina zimanê kurdî li dibistanan

Dagirkeran di êrîşên xwe yên li dijî Efrînê de, dibistan kirin hedef û binesaziya wan wêran kirin. Di encamê van êrîşan de bi hezaran xwendekar bê perwerde man. Ji ber wê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo parastina xwendekaran ji topbarana dagirkeriya Tirk biryara rawestandina hemû dibistanan da.

Piştî dagirkirinê, artêşa Tirk a dagirker siyaseta tirkkirinê li dibistanan dimeşîne. Xwendina bi zimanê kurdî qedexe kir û zimanê tirkî li rex erebî li dibistanan ferz kir. Her wiha wêneyên Erdogan û alên Tirkiyeyê li ser dibistanan hatin daliqandin.

Çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku desthilata Tirk çavdêriya ezmûnên amadehî yên xwendekarên Efrînê dike û kaxizên ezmûnan dişîne Kilîsê û mohra Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Tirkiyeyê lê dide, ji  ber ku Efrîn wek herêmeke girêdayî Hatayê dibîne.

 Wêrankirina deverên dîrokî

Bi armnaca temirandina çand û şaristaniya kantona Efrînê balafirên artêşa Tirk a dagirker cihên dîrokî kirin hedef. Jê cihê dîrokî ya bi navê Beradê ku bi 15 km dikeve başûrê Efrînê û li gel UNESCO’yê hatiye belgekirin,  perestgeha Eyn Dara, Nebî Hûrî (Qorş), girê Cindirêsê yê dîrokî, gora Keşe Mar Maron û dêra Jolyanos a ku kevntirîn dêrên cîhanê tê hesibandin û dîroka wê vedigere çerxa çaremîn berê zayînê û Xirab El-Şems ê ku dikeve gundê Mezin. 

Guhertina demografîk û talankirina milkên şêniyan

Girêdayî mijarê, dagirkeran bi sedan malbatên ku ji Xûta û Qelemûn ên gundewarên Şamê koçber bûne li gundên navçeya Raco û Cindirêsê bi cih kirin û nahêlin şêniyên kantonê yên resen vegerin malên xwe.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 80 malbatên ji gundewarên Hums û Hemayê li herêma Xirabê Şera bi cih kirine. Li gel berdewamkirina guhertina demografyaya herêmê, hejmara malbatên ku li Efrînê bi cih bûne hema bêje bi qasî hejmara şêniyên wê yên resen bûye.

Belavkirina nasnameya Tirkiyeyê

Polîtîkayên asîmîlekirinê di çarçoveya qedexekirina ziman û qirkirina çand û şaristaniyan de sînordar nema, dagirkeriya Tirk niha hewl dide nasnameya Tirkiyeyê bi nasnameya Sûriyeyê biguhere û şêniyên Efrînê wek koçber li ser xaka xwe nîşan bide. Dagirkeriya Tirk nasnameyên tirkî ku gotina wesîqeya nasnameya biyanî li ser hatiye nivîsandin, li şêniyan belav dike.

(şx)

ANHA