Li gel dewriyeyên hevpar, Tirkiyê dîsa êrîşî Minbicê dike

Duh, li deverên di navbera eniyên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de zêdegavî û şer rû da.Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibêjin ku dewriyeyên hevpar bê encam in.

Li gel dewriyeyên hevpar, Tirkiyê  dîsa êrîşî Minbicê dike
Li gel dewriyeyên hevpar, Tirkiyê  dîsa êrîşî Minbicê dike
Li gel dewriyeyên hevpar, Tirkiyê  dîsa êrîşî Minbicê dike
Li gel dewriyeyên hevpar, Tirkiyê  dîsa êrîşî Minbicê dike
Li gel dewriyeyên hevpar, Tirkiyê  dîsa êrîşî Minbicê dike
Li gel dewriyeyên hevpar, Tirkiyê  dîsa êrîşî Minbicê dike
11 mijdar, 2018   16:42

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Xuyaya ku zêdegaviyên dagirkeriyaTirkiyê û çeteyên girêdayî wê li dijî gundên bakurê Minbicê zêde dibin. Nemaze bi destpêkirina meşandina dewriyeyên hevpar ên Tirkiyê û DAY'ê li ser xetên eniya çemê Sacûr li herêmên di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de.

Di destpêka vê mehê de dewriyeyên hevpar ên dagirkeriya Tirkiyê û Hêzên Koalîsyona Navdewletî li herêmên di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li bakurê Minbicê hatin meşandin..

Heta niha 2 dewriyeyee derketine û ya herî dawî beriya du rojan bû.

Duh çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker gule li şêniyên gundê El-Hêmran ê li bakurê rojhilatê Minbicê dema zeviyên zeytûnê berhev dikirin berandin. Her wiha duh bi şev li eniya Sacûr piştî ku çeteyên dagirkeriya Tirk hewl dan derbasî noqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Ewn El-Dadat ê bakurê bajêr bibin, şer derket. Têkildarî mijarê şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi navê Ehmed El-Mihemed got: "Duh çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl dan derbasî noqteyên me bibin, lê me hewldanên wan şikand û di encamê de şer derket, şer ji 10 êvarê  heta sibahan dom kir. Noqteyên wan bi 10 km ji yên me dûr in. Her wiha çeteyan 3 noqteyên me bi çekên giran kirin hedef."

Ji aliyê xwe ve şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şahîn Şêx Mihemed tekez kir ku wan êrîşa çeteyan şikandine û tu birîndarî di nav wan de tune ye û wiha domand: "Duh me hewldana çeteyên dagirkeriya Tirk li eniya Sacûr ku xwestin derbasî noqteyên me bibin, şikand. Di van rojên dawîn de êrîşên wan zêde bûne û dewriyeyên hevpar bê encam dimîne."

Her wiha Şahîn tekez kir ku di encama êrîşên çeteyan de malên sivîlan li gundê El-Ewn û gundên derdorê zirar dîtine û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Em weke Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê nahêlin tu dijminek derbasî Minbicê bibe."

(şx)

ANHA