Cebhet El-Ekrad dewreyek nû bi dawî dike

Akademiya Şehîd Elaa Cebo ya Tûgeya Cebhet El-Ekrad yekemîn dewreya foca Şehîd Ebdo Mesrûi ya ku navê Şehîd Rûdîn Qibêsîn girtiye bi dawî kir.

Cebhet El-Ekrad dewreyek nû bi dawî dike
Cebhet El-Ekrad dewreyek nû bi dawî dike
Cebhet El-Ekrad dewreyek nû bi dawî dike
Cebhet El-Ekrad dewreyek nû bi dawî dike
Cebhet El-Ekrad dewreyek nû bi dawî dike
11 mijdar, 2018   15:34

MINBIC

Îro Akademiya Şehîd Elaa Cebo ya perwerdekirina şervanên Tûgeya Cebhet El-Ekrad yekemîn dewreya foca Şehîd Ebdo Mesrûi ya çekên giran bi dawî kir. Dewreyê navê Şehîd Rûdîn Qibêsîn girt.

Hejmarek ji endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê beşdarî merasîmê bûn.

Şervanan di dewreyê de li ser awayên bikaranîna çekên giran û waneyên bîrdozî perwerde dîtin. Dewre 45 roja dom kir.

Merasîma derçûnê bi toraneke leşkerî ji hêle şervanên ku derçûne ve destpê kir.

Piştre yek ji fermendarên Cebhet El-Ekrad Mihemed Ebû El-Hecî bi navê Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad axivî û bi dawîbûna dewreyê li şervanan pîroz kir û got: " Pêwîste mirov dewreyên bîrdozî û leşkerî bibîne. Ji ber ku em rastî hovantirîn rêxistinên terorê ku gelek dewlet piştgiriya wê dikin hatine. Em ê xaka welatê xwe ji her dijmenkî biparêzin."

Her wiha bi navê Hêzên Şoreşgerên Idlibê Ebû Xalid axivî û got: "Em di şer û mercên dijwar e derbas dibin. Divê em hemû hewldanên xwe bikin û li hember her destwerdanekî li dijî ewlehî û aramiya herêmê bisekinin."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihemed Sebrî û bi navê Kantona Şehbayê Cîhan Xidir axaivîn û her duyan tekez kirin ku têkoşîn dê li ser rêya şehîdan berdewam be.

(şx)

ANHA