Komîteyên hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev civiyan

Desteya Karûbarên Hindirên a Rêveberiya Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 7 komîteyên girêdayî wê yên rêveberên xweser û sivîl bi armanca koorînekirina xebatê û danîna plansaziyeke yekgirtî civiyan.

Komîteyên hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev civiyan
11 mijdar, 2018   15:29

GIRÊ SPÎ

Civîn li hola civînana a Meclisa Sûriya Demokratîk a li navçeya Eyn Îsayê lidar ket.

Hevserokên Meclisa Rêveber ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, hevserokên Desteya Hundirîn û 7 komîteyên hundirîn yên rêveberiyên xweser û sivîl beşdarî civînê bûn.

Beşdaran mijarên ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û danîna pilansaziyek yekgirtî ji hemû komîteyan û yekgirtina qanûnên girêdayî karûbarên welatiyan nîqaş kirin.

Her wiha beşdaran şêwazên bicihanîna koordîneyê û hevkariyê di navbera komîteyan de û derbaskirina bîroqratiyê di karûbarên welatiyan li saziyan gotûbêj kirin.

Desteya Hundirîn yek ji 10 desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. 7 komîteyên Rêveberiya Xweser li Cizîr, Kobanê, Efrînê û bajarên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê girêdayî wê ne.

(şx)

ANHA