Pêngava Bagera Cizîrê dîsa dest pê kir

Qonaqa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirinê Terorê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê ji bo demekê hatibû rawestandin dîsa dest pê kir.

Pêngava Bagera Cizîrê dîsa dest pê kir
11 mijdar, 2018   15:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk roja 31‘ê Cotmehê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û Girê Spî, qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê ji bo demekê sekinan dibûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan pêngav dîsa dan destpêkir.

Daxuyaniya QSD‘ê wiha ye:

"Rêxistina DAIŞ‘ê ji êrîşên Tirkiyê yên li dijî gundên me yên li ser sînor sûd digire. Lewra hêzên me neçar ma ku pêngavê rawestîne ta gefên li ser sînorê me bi dawî bibe. Ji ber vê yekê jî rêxistina terorîst li hemberî me êrîşên dijmber pêk di anîn û di êrîşên xwe de erebeyên bombebarkirî û kesên xwekujî bi kar di anîn.

Di encama peywendiyên fermandariya giştî ya hêzên me û fermandariya Koalîsyona Navdewletî de, her tevgera doplomasî ya çalak û bangawaziyên erênî yên hevalbendan ku şerê li hemberî terorê zêde bibin û aramaniya herêmê pêk bîne Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyonên xwe yên leşkerî yên tinekirina rêxistina DAIŞ‘ê ji nû ve bide destpêkirin.

Operasyonên me ku me dabû sekinandin di çarçoveya êrîşên bejahî de sînordar bû, lê çalakiyên esmanî yên balafirên koalîsyonê di vê hefteyê de berdewam bû, di vê çarçoveyê de gelek navend û bargehên terorîstan hatin hedefgirtin û hejmarek terorîst hatin kuştin.

Her wiha yekineyên me yên taybet bi hevkariya balafirên Koalîsyona Navdewletî çalakiyên bi bandor kirin. Di encamê de yek ji fermandarên mezin ên rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê li Reqayê hate girtin. Ev yek diyar dike ku hê jî komên rêxistinê û şaneyên wê yên veşartî li herêmên rizgarkirî hene.

Ev yek jî diyar dike ku tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevkariya xebateke demdirêj ji bo peydakirina ewlehiya herêmê dike, ku nehêle rêxistinên terorîst dîsa derkevin.

Hêzên me, dê Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê bidomîne û rêxistina DAIŞ‘ê li hawizê Firata navîn û hucreyên veşartî tine bikin.

Em sivîlan hişyar dikin ku nêzî navendên DAIŞ‘ê û deverên ku îhtîmal heye were hedefgirtin nebin. Ji ber ku rêxistina terorîst sivîlan neçarî dikin ku li hin deveran kom bibin û wan wekî meratên zindî bi kar tînin, di heman demê de jîngehan jî wekî embarên çekan bi kar tînin. Li ser vê esasî em bang li sivîlan dikin ku heya karibin ji herêmên leşkerî derkevin da ku ziyan neghêje wan.

Wekî Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di heman demê de ku em tekezî li ser tinekirina terorê dikin, em tekez dikin ku em ê parastina sînorê navdewletî yê Bakurê Sûriyê dikin û aştiya navxweyî ji bo hemû pêkhateyan mîsoger bikin. Careke din em tekezî li ser diyalogan dikin ku wekî rêbazê çareserkirina hemû pirsgirêkan dikin, ji ber ku zimanê gefan ti encamên erênî bi xwe re nayîne.

Em tekez dikin ku em banga biratî û aştiyê dikin û gefên me ji bo kesekî nîn e. Em di wê baweriyê de ne ku masya diyalogan rêbazê her guncaw a çareserkirina hemû pirsgirêkan e."