Malbatên şehîdan: Siyaseta Amerîka li hemberî têkoşerên azadiyê şermezar kirin

Malbatên şehîdan ên devera Dêrik, navçeya Girkê Legê û bajarê Qamişlo helwesta Amerîka li hemberî têkoşer û rayedarên Tevgera Azadiyê bi tundî şermezar kirin û piştrast kirin ku heta hemû komployên li dijî gelê Kurd û tevgerê wê ya rizgariyê tên hilweşandin dê têkoşîna xwe bidomînin û banga azadkirina Ocalan kirin.

Malbatên şehîdan: Siyaseta Amerîka li hemberî têkoşerên azadiyê şermezar kirin
Malbatên şehîdan: Siyaseta Amerîka li hemberî têkoşerên azadiyê şermezar kirin
Malbatên şehîdan: Siyaseta Amerîka li hemberî têkoşerên azadiyê şermezar kirin
11 mijdar, 2018   11:05

QAMIŞLO

Meclîsên Malbatên Şehîdan ên devera Dêrik û navçeya Girkê Legê du civînên cûda lidar xistin û li dijî biryara Amerîka ya derheqê rayedarên Kurd de helwesta xwe nîşan dan. Di herdu civînan de daxuyanî hatin xwendin.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku hêzên hegomoniya kapîtalîst ên cîhanê bi armanca serweriya xwe li ser civakan ferz bikin û îradeya civakan tune bikin bi hemû rêbaz û hêza xwe tevdigerin.

Di daxuyaniyan de hate destnîşan kirin ku îradeya gelan ti carî nahê şikandin û gelê Kurd têkoşîna xwe bi hemû hêza xwe didomîne û êdî Kurd bûne hedefa siyasetên kapîtalîst ku baş nas dikin ku serkeftina bîrdoziya gelan dawiyê li wan tîne û di vê çarçoveyê de di sala 1999'an de bi beşdarbûna 14 dewletan Rêber Abdullah Ocalan hate girtin û guman dikirin ku bi girtina Ocalan dê tevgera azadiyê hilweşînin.

Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de dane zanîn ku Rêber Ocalan di van salên zîndanê de piştrast kir ku îradeya gelan xurt bûye û wiha hate domandin: "Di çarçoveya temamkirina komploya li dijî Rêber Ocalan, Amerîka miqdareke pereyan ji kesên ku agahiyan der barê cihê 3 rayedarên Partiya Karkerên Kurdistanê bidin veqetandine. Em weke malbatên şehîdan vê biryara Amerîka bi tundî şermezar dikin. Em ê bi rêgezên şehîdên xwe ve girêdayî bimînin."

Di dawiya daxuyaniyan de hate gotin ku meclîsên malbatên şehîdan dê îrade û berxwedana xwe biparêzin

QAMIŞLO

Meclîsa Malbatên Şehîdan li taxa rojhilat a bajarê Qamişlo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî bi beşdarbûna dehan malbatên şehîdan ji aliyê Endamê Meclîsê Şêrzad Nezîr ve hate xwendin.

Di daxuaniyê de siyasetên hêzên hegemon ên kapîtalîsta cîhanî hate şermezarkirin ku hewl didin bi van siyasetên xwe yên dagirkeriyê îradeya gelan bişkînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku gelê Kurdistanê her tim bûye qurbaniya hevpeymanên di navbera hêzên navnetewî de, lê dîsa jî îradeya gel nehate şikandin û têkoşîna xwe ber bi azadiyê ve berdewam dike.

Di daxuyaniyê de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi tundê hate şermezar kirin û hate diyarkirin ku dê têkoşîna xwe li gorî fikr û felsefeya Ocalan bidomînin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke malbatên şehîdan van siyasetên Amerîka li hemberî têkoşer û rayedarên Tevgera Azadiyê şermezar dikin. Ev bêtirî 40 sal in em li ber xwe didin û em ê berxwedana xwe heta ku gelê me azad dibe berdewam bikin.

ANHA