‘Biryara Amerîkayê li dijî doza kurdî ye’

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê biryara Amerîka  der barê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê de şermezar kirin û diyar kir ku armanca wan ew e ku doza kurdî têk bibin û îradaya gel bişikînin.

‘Biryara Amerîkayê li dijî doza kurdî ye’
11 mijdar, 2018   10:07

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê îro der barê biryara Amerîkayê de ku dê pereyan bide kesên ku cihê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê diyar bikin, daxuyaniyek ji raya giştî re da. Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku biryara Amerîkayê berdewamkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Daxuyanî ji aliyê rêvberê Saziya Malbatên Şehîdan a Tirbesiyê Celal Hisên ve li pêşiya saziyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên desthilatdar ên cîhanî bi hemû şêwazan desthilatdariyên xwe li ser civakan ferz kirine, îradeya wan ji wan standiye, hemû cîhan bûye esîra siyasetên wan ên dagirkeriyê û armanca wan ew e ku îradeya gel bişikînin, xêr û berên wan bi dest bixin û doza kurdî têk bibin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê a herêma Cizîrî di daxuyaniya xwe de got ew zimanê bi hezaran welatiyên herêmê ne, kesên ku bi axa welatê xwe ve girêdayî ne û bi rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer in û komployên navdewletî li dijî hemû pêşengên Kurd ku li çiyayên Kurdistanê tê dikoşin, şermezar kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku baweriya wan bi serkeftinê heye û serkeftin a gel e.

(bx)

ANHA