Cotkar ji ber keysbaziya bazirganan bi gazinc in

Bi destpêkirina çinîna hilberîna garis li rojhilatê gundewarên Reqayê re, bazirganan dest bi keysbaziya nirxa kirîna hilberînê kir ku heta gihaşt radeya herî kêm. Ji ber wê cotkar bi gilî û gazinc in.

Cotkar ji ber keysbaziya bazirganan bi gazinc in
Cotkar ji ber keysbaziya bazirganan bi gazinc in
Cotkar ji ber keysbaziya bazirganan bi gazinc in
Cotkar ji ber keysbaziya bazirganan bi gazinc in
Cotkar ji ber keysbaziya bazirganan bi gazinc in
Cotkar ji ber keysbaziya bazirganan bi gazinc in
11 mijdar, 2018   09:55

EHMED EL-ESAF / REQA

Garis ji berên sereke ku cotkarên rojhilatê gundewarên Reqayê debara xwe pê dikin, tê hesibandin. Di encama avdana kêm de hilberînê li rojhilatê gundewarên Reqayê û ji ber belavbûna nexweşiyê di nav de, mewsima garis zirar dîtiye. Ew jî bandoreke neyînî li hilberînê kir. Îsal hilberîna her donimekî tenê gihaşt 400 kg’yan. Lê berê ev miqdar derdora 600 heta hezar kg bû. Her wiha buhayê her kîloyekê di navbera 85-140 lîreyên Sûriyeyê de bû.

Ji bilî van pirsgirêkan cotkar ji ber keysbaziya bazirganan bi buhayê kirîna hilberînê ji wan bi 70 lîreyên Sûriyeyê li gel tunebûna çavdêriyê û diyarkirina buhayê ji aliyê Komîteya Çandiniyê ya herêmê ve bi gilî û gazinc in.

Cotkarê bi navê Elî El-Xelef ê ji şêniyên herêma El-Keramê ye, diyar kir ku piraniya şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan peyda dikin.

Her wiha El-Xelef bang li aliyên têkildar û Komîteya Çandiniyê kir ku çareseriyekê bibînin û piştgiriya warê çandiniyê li herêmê bikin.

Tê texmînkirina ku rûbera qada çandiniyê li herêma El-Keramê li rojhilatê Reqayê bi hilberîna garis derdora 45 hezar doniman e.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Çandiniyê Îsmaîl El-Mulhim ji ajansa me re axivî û wiha got: "Mewsima garis li herêmê di encama barîna baranê de di destpêka çinîna wê de, telef bû. Em nikarin hilberînê ji cotkaran bigirin, ji ber ku kargeha zuhakirina garis a bajarê Reqayê gelek zirarên mezin dîtiye."

El-Mulhim wiha domand: "Em ê bi Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Reqayê re derfeta diyarkirina buhayê kirîna hilberînê, vekirina deriyan û rakirina gumrikê li ser hilberînê ji bo bilindkirina buhayê wê, nîqaş bikin."

(şx)

ANHA