Çîroka xwediyekî mêşên hingiv

Welatiyê bi navê Ednan Îsa ji beriya 10 salan ve mêşên hingiv xwedî dike. Ev kar ji behreyekê vegerand jêdera debara xwe. Ednan Îsa bi 5 kewaran dest pê kiribû û hejmara wan niha kiriye 10 heb.

Çîroka xwediyekî mêşên hingiv
Çîroka xwediyekî mêşên hingiv
Çîroka xwediyekî mêşên hingiv
Çîroka xwediyekî mêşên hingiv
11 mijdar, 2018   09:54

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Hingiv ji xwarinên tendurist û sûdewar e. Di dermankirina gelek nexweşiyan de tê bikaranîn. Ji ber wê projeya xwedîkirina mêşên hingiv serkeftî ye û qezenca wê baş e.

Ruxmê kêmbûna çêregehên mêşên hingiv li deverên başûrê Hesekê, dîsa jî şênî mêşên hingiv xwedî dikin û li hemû deverên herêmê digerin da ku çêregehên baş ji mêşan re peyda bikin.

Ednan Mûsa yek ji xwediyên mêşên hingiv ji şêniyên gundên başûrê Hesekê ye. 50 salî ye û ji bo peydakirina qûta xwe mêşan xwedî dike. Ednan bi 5 kewaran dest bi vî karî kir û bi demê re kewar zêde kirin û niha li gel wî 10 kewarên hingiv hene.

Ednan destnîşan kir ku li herêmê çêregehên mêşan kêm in. Ji lewre ji bo peydakirina êmê mêşan neçar dimîne li herêmê bigere û çêregehan peyda bike. Di salê de hingiv du caran tê derxistin; yek di meha 6'an û ya din di dawiya mehan 8'an de.

Ruxmî şert û mercên dijwar ku herêm tê re derbas bûye, lê Ednan karê xwe berneda û gelek cureyên mêşan xwedî kirin. Ji wan ên herî navdar mêşê Îtalî, Sûrî û hwd in.

Îsa ji ajansa me re diyar kir ku ji ber sûda vî karî li wî û li civakê, ew ê karê xwe bidomîne. Di dawiyê de Îsa bang li rayedarên çandiniyê kir ku dermanên baş bi kar bînin, ji ber ku di sala borî de û di encama reşandina dermanan li zeviyan de, hilberîna hingiv zirar dît.

(şx)

ANHA