Biryara DYA'yê li Elmanya, Swîsre û Îtalya hate şermezarkirin

Biryara DYA'yê ya li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan, li gelek welatên Ewropayê hate şermezarkirin.

Biryara DYA'yê li Elmanya, Swîsre û Îtalya hate şermezarkirin
Biryara DYA'yê li Elmanya, Swîsre û Îtalya hate şermezarkirin
Biryara DYA'yê li Elmanya, Swîsre û Îtalya hate şermezarkirin
Biryara DYA'yê li Elmanya, Swîsre û Îtalya hate şermezarkirin
Biryara DYA'yê li Elmanya, Swîsre û Îtalya hate şermezarkirin
11 mijdar, 2018   06:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan, li gelek welatên Ewropayê hate şermezarkirin.

Basel: Ji bo şermezarkirina biryara DYA'yê ya li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, li bajarê Basel ê Swîsreyê meşek hate organîzekirin. Girseya gel li Marktplatzê li hev civiya û ber bi Dreîrosenbruckeyê meşiya. Di meşê de dirûşma "PKK gel e, gel li vir e" hate qîrîn. Her wiha li ser mijarê belavok hatin belavkirin.

Roma: Biryar DYA'yê li paytexta Îtalya Romayê jî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku PKK rêxistineke 'terorîst' nîne, berovajî vê yekê PKK tevgereke mirovahiyê ye. Her wiha hate gotin, kadroyên pêşeng ên vê tevgerê jî rûmeta gelê Kurd in.

Hambûrg: Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî bi heman armancê li ber Serkonsolosxaneya DYA'yê wêneyekî mezin ê Ocalan hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujer Tirkiye, hevkar DYA", "Bimire komplo" hatin qîrîn.

Pforzheîm: Tecrîdkirina Ocalan li bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe li ber HBF'ê li hev civiyan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd şermezar kirin. Nûnerê Tevgera Ciwanên Şoreşger li qada çalakiyê axivî û biryara DYA'yê ya li ser pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd şermezar kir.

Berlîn: Li paytexta Elmanya Berlînê jî biryara DYA'yê hate şermrezarkirin. Di çalakiyê de işaret bi qedexeya li ser PKK'ê hate kirin û hate gotin, 'Ev yek cihê şermê ye'. Çalakgeran xwestin qedexeya li ser PKK'ê tavilê were rakirin. Di dawiya mîtîngê de polîsên Berlînê dirûşmên li qadê hatin qîrîn ji xwe re kirin hincet û yek jê jin 7 Kurdistanî binçav kirin. Çalakger jî ji ber vê yekê ji qada mîtîngê neçûn û xwestin kesên hatine binçavkirin bên berdan. Piştî hatin berdan, çalakî qediya. Komîteya amadekar helwesta polîsên Berlînê şermezar kir.

(kc)