Senherîb Bersûm: Biryara Amerîkayê piştgiriyê dide polîtîkayên Tirkiyeyê

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm got helwesta Amerîkayê ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, helwesta Tirkiyeyê ya înkarkirina mafên gelan bi hêz dike. Bersûm teqez kir ku divê Amerîka li rex gelan bisekine û piştgiriya mafên wan di azadiyê de bike.

Senherîb Bersûm: Biryara Amerîkayê piştgiriyê dide polîtîkayên Tirkiyeyê
11 mijdar, 2018   07:22

BASIL REŞÎD - MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Têkildarî mijara biryara DYA'yê ya der heqê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ajansa me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Bersûm got Amarîka dewletek mezin e, divê her tim bi mafên gelan re be, desteka daxwaza azadiyê ya gelan bike û hewl bide ewlehî û aramiyê li cîhanê bi cih bike. Bersûm destnîşan kir ku divê Amerîka piştgiriya daxwazên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bike.

Bersûm diyar kir ku biryara DYA'yê nakokî û aloziya li Tirkiyeyê kûrtir dike û helwesta dewleta Tirk a înkarkirina mafên gelan û bi taybet gelê Kurd xurttir dike û wiha domand: "Pergala Tirkiyeyê bi serkêşiya Erdogan, pergaleke zordest e. Hewl dide hemû nasnameyên gel û pêkhateyên Tirkiyeyê ji Kurd, Aşûr, Suryan û Ermen biçewisîne û tune bike."

Di berdewama gotinên xwe de Bersûm wiha lê zêde kir: "Helwesta Amerîkayê li gorî siyaseta Tirkiyeyê hat. Ji ber wê divê Amerîka li şûna berdewamkirina nakokiyê, ji bo bicihanîna azadiyê û mafên gelan li Tirkiyeyê bixebite."

Tirkiye pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi rêya mudexelekirina Bakurê Sûriyeyê derdixe derve

Girêdayî êrîşên dawî yên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bersûm got Tirkiye hewl dide bi rêya van êrîşan aloziya xwe ya hundirîn derbasî derve bike û wiha dewam kir:"Kurd li Bakurê Sûriyeyê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Di dirêjahiya salên ku herêm di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSD'ê de tu êrîş ji aliyê wan ve li dijî xaka Tirkiyeyê çênebûn."

Bersûm destnîşan kir ku Amerîka û hejmarek ji dewletên cîhanê di Komploya Navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi Tirkiyeyê re hevkar in. Ev dewlet siyasetên xwe bi rêya hedefgirtina pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê û ji bo berjewendiyên xwe û razîkirina Tirkiyeyê didomînin.

Rêxistinên terorê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li cîhanê yên herî xeternak in

Bersûm wiha domand: "Divê Amerîka li rex gelan bisekine, ne bi pergalên zordest ên Rojhilata Navîn re be. Bi rêya piştgiriya gelan dê ewlehî û aramî li tevahiya Rojhilata Navîn bi cih bîne. Şer û tevliheviya li herêmê, hawîrdorek ji bo avabûna rêxistinên terorê çêdike. Pergala Tirkiyeyê ji piştgirên herî mezin ji wan rêxistinên ku li ser dewletên Rojavayî û Amerîkayê xetere ye. Ji ber wê Rojhilata Navîn bi hewcedariya çareseriyên siyasî ye. Ev çareserî dê bi xwe re bicihanîna daxwazên gelan, pêkanîna aştiyê û tinekirin terorê mîsoger bike."

Di dawiyê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm bang li dewletên koalîsyonê kir ku bi berpirsyarên xwe li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabin û hevkariya xwe di warê tinekirin terorê û piştgiriya daxwazên gelên Bakurê Sûriyeyê de xurt bike.

(şx)

ANHA