Yekitiya Ewropayê kar û xebatên xwe ji bo parastina dosyaya nukleerî zêde dike

Berdevka Yekitiya Ewropayê ya Karûbarên Derve Maya Kossyantic ragihand ku yekitiyê xebatên xwe ji bo parastina lihevkirinên nukleerî zêde kirine. 

Yekitiya Ewropayê kar û xebatên xwe ji bo parastina dosyaya nukleerî zêde dike
10 mijdar, 2018   14:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Yekitiya Ewropayê ya Karûbarên Derve Maya Kossyantic li Brukselê ji rojnamevanan re destnîşan kir ku di hefteyên derbasbûyî de ji bo parastina dosyaya nukleerî, her wiha ji bo parastina têkiliyên bazirganî û aborî bi Îranê re û bi taybet ji bo dozên diravî, kar û xebatên xwe zêde kirine.

Maya di axaftina xwe de got yek ji karên wan ên sereke aktîfkirina zagonên bêbandorkirina qedexeyê ye ku di meha Tebaxê de hate nûkirin.

Maya di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku biryarên ku hatine dayîn, têkildarî hemû şîrketan in, ji ber ku ew dibînin bazirganiya bi Îranê re dê rewa bimîne.

(bx)