Qebîle û êlên Hesekê: Em ê li dijî Tirkiyê piştgiriya QSD`ê bikin

Rûsipî û şêxên qebîle û êlên kantona Hesekê li dijî dijminahiya dewleta Tirk piştgiriya xwe bi QSD`ê re ragihand û bang li hemû hêz û rêxistinên navneteweyî kirin ku li dijî gefxwarin û êrîşên li dijî gelên herêmê bisekinin.

Qebîle û êlên Hesekê: Em ê li dijî Tirkiyê piştgiriya QSD`ê bikin
10 mijdar, 2018   13:59

HESEKÊ

Di çarçoveya helwestên li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê de, îro li salona Keleha El-Selam a bajarê Hesekê civîneke mezin hate lidarxistin. Di civînê de bêtirî 100 qebîle, eşîrên ereb û rûspiyên pêkhateyên Hesekê beşdar bûn.

Di dawiya civînê de, rûsipiyên qebîle û êlan daxuyaniyek dan raya giştî. Daxuyanî ji aliyê rûsipiyê Êla El-Cebûr Fewaz El-Zewbe ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dema hêzên terrorist bi hemû cûre û rêxistinên xwe yên leşkerî li Sûriyê ku di dawî de DAIŞ`ê, gelek wêranî û gendelî di piraniya herêmên me yên Sûriyê de pêk anîn. Ev hemû yekser bi piştgiriya rêjîma Tirkiyê û di serî de AKP û Serokê wê Erdogan pêk hat. lê bi saya berxwedana şêniyên vî welatî yên canê xwe ji bo parastina xaka xwe û gelê xwe dan, êdî hêzên terorist li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê ber bi dawî ve diçe.

Lê rêjîma Tirkiyê di vê demê de bi taybet gefan li herêmên me yên ewle yên li Bakur û rojhilatê Sûriyê yên ji bermahiyên terorê hatine paqijkirin, dixwe. Dewleta tirk di vê çarçoveyê de li pey hev êrîşan li ser herêmê me yên li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de dikin.  Gundên aram ên herêmên me bê ser û ber topbaran dikin, di encamê de jî welatiyên me yên sivîl bûne qurbanî. Ev êrîşên wan bi behaneyên ji rastiyê dûr pêk tên. Her kes êdî armanca rast ji êrîşên wan li ser herêmên me yên aram û bi ewle dizane, bi vê yekê ew dixwazin DAIŞ biparêze û zextê li ser wan sivik bike.

Em wekî rûsipî û şêxên qebîle û êlên Hesekê bi hemû pêkhateyên wê ve li dijî gefxwarin û êrîşên dewleta Tirk  yek dest in û yek gotin in, her wiha li dijî dijminahiya dewleta Tirk em ê piştgiriyê bidin QSD û hemû hêzên niştimanî.

Her wiha em bang li hemû hêzên xêrwaz û aştîxwaz û rêxistinên navneteweyî dikin ku li dijî van êrîş û gefxwarinên dûbare yên li dijî gelê me bisekinin.”

(ekip)

ANHA