‘Destwerdanên derve serweriya dewletan di Sûriyeyê de armanc dikin’

Buroya Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk şaxê Helebê bi rêya daxuyaniyekê diyar kir ku destwerdanên derve yên li ser Sûriyeyê, parçekirina serweriya dewletan di Sûriyeyê de hedef dikin.

‘Destwerdanên derve serweriya dewletan di Sûriyeyê de armanc dikin’
10 mijdar, 2018   13:56

HELEB

Buroya Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Helebê der barê êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê de li ser gelek herêmên bakurê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Buroya Jinan a MSD’ê Fewziyê Ebdilhenan ve li pêşiya Buroya Meclisê li taxa Şêxmeqsûdê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Destwerdanên derve yên li ser xaka Sûriyeyê û di serî de dewleta Tirk bi nûnertiya Erdogan û çeteyên wî, bi tundî şermezar dikin.

Rûdanên siyasî li herêmê pêk tên, xizmeta gelê Sûriyeyê nakin, armanca wan, parçekirina serweriya dewletan di Sûriyeyê de li ser hesabê xwîna welatiyên Sûriyeyê ye. Civîna dawîn a çaralî ji bo peydakirina çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re bû, lê tê de nehat xuyakirin ku ev civîn ji bo mayîna Tirkiyeyê di xaka Sûriyeyê de ye lê na, di nav de bajarê Efrînê ku ji şêniyên wê hate valakirin.

Piştî bêdengiya navdewletî û rêxistinên navê mirovahiyê û mafên mirovan li xwe dikin, Erdogan û çeteyên wî berê xwe da bajarên din mîna Minbicê, lê ew vala derket. Hovîtiya Tirkiyeyê pêk hat piştî ku  QSD`ê serkeftinên mezin li Dêrazorê pêk anîn û DAIŞ tune kir. Ji bo wê Tirkiye êrîşî herêmên ku ewlekarî bi saya hêzên demokratîk pêk hatiye dike, ji bo ku DAIŞ hîna li Sûriyeyê bimîne.

Bi êrîşkirina ser Kobanêya berxwedêr û Girê Spî de, Saraya (Sara Mistefa) zarok şehîd kirin, gelo wê zarokê mertirsiya xwe li ewlekariya Tirkiye û Sûriyeyê heye? Di rastiyê de komployên navdewletî bi dawî nebûne, ev yek ji rêzekomployên navdewletî ku azadiya gelan û bi taybet azadiya jinan dikin hedef, cuda nîn e.

Em wek hemû jinan ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û mesîhî, hemû sûcên qirêj şermezar dikin û israr dikin ku em ê li hemberî terorê bisekinin. Em bang li hemû rêxistinên mirovî, mafnasî û rêxistinên navdewletî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, ji ber ku em ne aşiqê rûxandin û şeran in û her tim dirûşmeya me biratiya gelan û jiyana hevbeş e."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelan li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê bi dawî bû.

(jo)

ANHA