Qebîle û pêkhateyên Hesekê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin

Qebîle û pêkhateyên bajarê Hesekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û piştrast kir ku dê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li rojhilatê çemê Firatê li ber xwe bidin.

Qebîle û pêkhateyên Hesekê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin
Qebîle û pêkhateyên Hesekê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin
Qebîle û pêkhateyên Hesekê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin
Qebîle û pêkhateyên Hesekê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin
Qebîle û pêkhateyên Hesekê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin
Qebîle û pêkhateyên Hesekê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin
Qebîle û pêkhateyên Hesekê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin
10 mijdar, 2018   13:22

HESEKÊ

Di çarçoveya helwestên li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê de, îro li salona Keleha El-Selam a bajarê Hesekê civîneke mezin hate lidarxistin. Di civînê de bêtirî 100 qebîle, eşîrên ereb û rûspiyên pêkhateyên Hesekê beşdar bûn.

Civîn bi dirûşmeya "Hevdîtina qebîle û pêkhateyên Hesekê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û destwerdana wê di karûbarên gelê Sûriyê de" pêk hat.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şêwirmendê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya karûbarên sivîl Rêzan Gulo axivî û spasiya helwesta niştîmanî ya rûspiyên Hesekê li dijî dagirkeriya Tirk kir. Gulo her wiha pesna rola eşîran li dijî komployên li ser gel da û got ku Bakurê Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî ya pêkanîna armancên şoreşa azadî û demokrasiyê re derbas dibe.

Gulo da zanîn ku dewleta Tirk alîkariya terorê dike û tişta ku niha li Efrînê rû dide, armancên dagirkeriya Tirk eşkere dike ku tu pîvanên mirovahiyê nas nake.

Piştî axaftina Gulo, derî ji nîqaşan re hate vekirin û rûspiyan helwestên xwe zelal nîşan dan ku dê li hemberî êrîşên li dijî herêmê bi hemû hêz û derfetên xwe li ber xwe bidin.

Axaftin û şîroveyên hin rûspiyan wiha bûn:

Nûnerê eşîrên Benî El-Sebha Hisên El-Sade: Tê zanîn ku şoreş ji aliyê rewşenbîran ve tên destpêkirin. Lê qaşo şoreşa Sûriyeyê ji mizgeftan dest pê kir û di encamê de şoreş ber bi radîkalbûnê ve hate birin. Tirkiye dixwaze gelên herêmê li dijî hev bide şerkirin. Ev komên çete ku îdia dikin ku ew Artêşa Azad in, hemû ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin û bi rêya wan dagirkeriya axa Sûriyeyê dike.

Nûnerê qebîleya El-Tey Nayif El-Zahir: Dewleta Tirk li ser xwîna gelên herêmê hatiye avakirin û di bin navê îslamê de desthilatdariya xwe li ser gelên herêmê dike. Erdogan çete ji seranserî cîhanê kom kirin û li dijî gelên herêmê dide şerkirin.

Endamê Meclisa Eşîrên El-Cebûr Ekrem Mehşûş: Li rex van gefên Tirkiyeyê em di qonaxeke dijwar de ne û divê em li dijî dagirkeriyê hevgirtina xwe xurt bikin. Divê diyaloga Sûrî – Sûrî pêk were û rê li pêşiya destwerdana hêzên derve were girtin.

Cîgirê serokê Meclisa Eşîrên El-Cebûr Newaf El-Dexîl: Bêdengiya gelên herêmê mijarê aloztir dike. Divê li hemberî hewldanên parçekirina Sûriyeyê em hevgirtina xwe xurt bikin û terorê li herêma xwe tune bikin.

Li ser navê pêkhateya Asûrî Berxo Noya: Me ji ber terorê gelek êş kişand. Hevdîtinên li derveyî Sûriyeyê pêk tên, aloziya Sûriyeyê çareser nakin. Divê em wek pêkhateyên herêmê hevgirtina xwe xurt bikin.

Ji eşîra El-Begara Mihemed El-Tilah: Ez beşdarî nêrînên jorîn dibim. Lê divê em li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bi yek destî li ber xwe bidin.

Ji Eşîra El-Cebûr li navçeya Şedadê Silêman Ebû Reifet: Em piştgiriyê didin diyaloga Sûrî – Sûrî. Tirkiye dewleteke dagirker e û em destdirêjiyên wê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em daxuyaniya Amerîkayê ya der heqê rayedarên KCK'ê de şermezar dikin.

Nûnerê eşîra El-Şerabîn Mihemed El-Fehed: Ev civîn nîşana hevgirtina qebîle û eşîrên herêmê ye. Tişta ku Erdogan dike hovîtiya Osmaniyan tîne bîra mirov.

Tê payîn ku di dawiya civînê de encamnameyek were eşkerekirin.

ANHA