Duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan tê lidarxistin

Îro li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Serdema jinan serdema şaristaniya demokratîk e" duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan li salona Sehara tê lidarxistin.

Duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan tê lidarxistin
Duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan tê lidarxistin
Duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan tê lidarxistin
Duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan tê lidarxistin
Duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan tê lidarxistin
Duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan tê lidarxistin
Duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan tê lidarxistin
10 mijdar, 2018   12:43

QAMIŞLO

Bi dirûşmeya "Serdema jinan serdama şaristaniya demokratîk e" duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan bi tevlêbûna 200 delegeyan, şandeyên Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Jinên Sûriyê, Kongreya Star, sazî, rêxistinên civaka sivîl, hêzên Parastina Beyth Nehreyn û Hêzên Jin ên Sotor tê lidarxistin.

Di konferansê de berpirsa Yekitiya Jinên Suryan Nezîra Gewriyê li ser rola jinan ji destpêka avakirina mirovahiyê ve axivî û destnîşan kir ku jin di pêşxistina mirovahiyê de gihîştin asta xwedawendiyê, paşê her tişt kete destê mêran û jin ketin asta duyemîn, bûn milkê zilaman û rastî hemû cureyên tundiyê hatin.

Nezîra diyar kir ku jinên Suryan hemû sînor rakirin, di birêxistinkirina xwe de gihîştin asta herî jor û cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de û bi taybet aliyê leşkerî de girt.

Paşê berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat destnîşan kir ku rola jinan di civaka Suryan de pir girîng e û mînaka wê jî Meryem El-Ezraa ye.

Jinên ku tev li konferansa duyemîn a Yekitiya Jinên Suryan bûn, li ser rola jinên Suryan di şoreşa Rojava de axivîn. Jinan tekez kir ku divê li dijî zilma li ser jinan û rizgarkirina wê li tevahî Sûriyeyê yekitiya xwa ava bikin.

Her wiha seroka Desteya Jinan Rûken Ehmed li ser rola jinan di destpêka şaristaniyan de li Beyth El-Nehreyn axivî û destnîşan kir ku zîhniyeta desthilatdar ew ji rastiya wê dûr xistine heta ku ew gihandin asta koletiyê û amûra zayînê. Rûken di axaftina xwe de got ji destpêka şoreşa Rojava ve jinên Suryan rola xwe di şoreşê de lîst, hemû qalibên desthilatdarî ku ji ber çend salan ve li ser hatiye ferzkirin, şikand û têkoşîna xwe di aliyê leşkerî û siyasî de bilind kir û rola wê di neteweya demokratîk de jî diyar e.

Rûken got ew hêvîdar e biryarên girîng ji bo hemû jinên Suryan û tevahî jinên Sûriyeyê derkevin da ku civakeke demokratîk û exlaqî ava bikin.

Her wiha endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan destnîşan kir ku jin ji aliyê komên çekdar ve ku Tirkiyeyê ew derbasî herêmên Bakurê Sûriyeyê kirine, rastî hemû şiklên tundiyê tên. Daliya got li Efrînê bi taybet jin dibûn hedef, ji ber ku wê serkêşiya şoreşa Rojava dikir, ji ber wê divê hemû jin xwe bi rêxistin bikin da ku bigihîjin astên herî jor di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de.

Berpirsa Komîteya Perwerdeyê ya zimanê suryanî Sofiya Yûsif diyar kir ku rola jinan di perwerde û fêrkirinê de sereke ye û jin bingeha avakirina civaka çandî li ser esasê azadî û demokratiyê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekitiya Jinên Suryan konferansa xwe yê damezirîner 20`ê Tîrmeha 2013`an li dar xistibû.

Konferans didome.

(bx)

ANHA