Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin

Parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Serrdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Dozgeriyê daxwaza hevdîtinê red kir.

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
10 mijdar, 2018   10:40

NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan Mazlûm Dînç ji bo biçe Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Dozgeriyê daxwaza hevdîtinê bi hinceta “Li gorî Qanûna Darbarê Înfazê ya Tedbîr a Ceza û Ewlekariya Hejmara 5275’an, mafê hikûmxaran hatiye sînordarkirin” red kir.

Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an, Heyeta Îmraliyê ji 5'ê Nîsana 2015'an û Malbata Ocalan jî j 11'e Îlona 2016'an ve nikarin biçin bi Ocalan re hevditin bikin.

(kc)