Jinan li Tebqayê dest bi pêngaveke nû kir

Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi beşdariya Yekitiya Jinên Ciwan, di çarçoveya pêngava xwe ya nû de li bajêr têkildarî şîdeta li ser jinan gelek belavok belav kirin.

Jinan li Tebqayê dest bi pêngaveke nû kir
Jinan li Tebqayê dest bi pêngaveke nû kir
Jinan li Tebqayê dest bi pêngaveke nû kir
10 mijdar, 2018   11:02

TEBQA

Di bin dirûşmeya "Ji koledariya jin re na, azadiya me rûmeta me ye " Rêveberiya Jinan a Tebqayê di çarçoveya amadekariya Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de, dest bi pêngaveke nû kir.

Di çarçoveya pêngavê de belavok hatin belavkirin û tê de cureyên şîdetê ku li herêmên Tirkiyeyê dagir kirine wekî Efrîn, Cereblus û Babê tên bibîrxistin.

Belavok li herêmên El-Ehya û endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li herêma Tebqayê hatin belavkirin.

Endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Zehra El-Hemade li ser pêngavê wiha axivî: "Wek Rêveberiya Jinan a Tebqayê me dest bi pêngava "Ji koledariya jin re na, azadiya me rûmeta me ye " kiriye. Armanca me ew e ku Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan bi jinên li Tebqayê bidin nasîn û bi her şeklî em şîdetê qebûl nekin." 

Niha Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi rêya komînên jinan di meclisên taxan de, civînên biçûk û semîneran li dar dixe û wateya Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan dide nasîn.

Di pêngavê de pêşangeha wêneyan ku armancên pêngavê dide naskirin, her wiha şanoyek ku cureyên şîdeta li ser jinan nîşan dide dê werin pêşandan. Di rojên bê de, dê belavkirina belavokan li gundên bajarê Tebqayê dewam bike.

(jo)

ANHA