Şêx Alî: Biryara Amerîkayê cihê nerazîbûna bi milyonan Kurdan e

Muhyedîn Şêz Alî diyar kir ku biryara Amerîkayê ya girtina rayedarên PKK’ê li ba bi milyonan Kurdan cihê nerazîbûn û şermezariyê ye.

Şêx Alî: Biryara Amerîkayê cihê nerazîbûna bi milyonan Kurdan e
10 mijdar, 2018   10:30

DIYAR EHMO / NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê biryara Amerîkayê de ku miqdareke pere ji bo wergirtina agahiyên têkildarî cihê 3 rayedarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan veqedantiye, ajansa me ANHA'yê hevpeyvînek bi sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) Muhyedîn Şêx Alî re pêk anî.

Şêx Alî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi rêya sefaretxaneya xwe ya li Tirkiyeyê ku miqdareke pereyan ji kesên ku agahiyan der barê cihê rayedarên PKK'ê Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan de bidin veqetandiye. Ev yek di çarçoveya propagandayê de pêk tê ku xizmeta dîplomasiya Amerîkayê di danûstandina bi hikumeta Tirkiyeyê re dike, nemaze piştî ku keşeyê Amerîkî Andrew Brunson serbest berda.

Şêx Alî di axaftina xwe de wiha got: "Amerîka wek dewleteke mezin naxwaze dest ji hevkarekî xwe bi giraniya Tirkiyeyê û taybetmendiya wê ya jeopolîtîk di NATO'yê de berde. Ji ber vê yekê bêyî ku helwesta wê ya çapemenî û danûstandinên wê yan dozên wê yên hundirîn û dozên girêdayî cîranên herêmî di ber çavan re bêne derbaskirin, ev gava rêveberiya Amerîkayê li dijî birayên me PKK'ê di dema şerê Tirkiyeyê yê dîrokî li dijî gelê Kurd ê berxwedêr de tê avêtin, ne tenê li Tirkiyeyê, lê belê li giştî herêmê. Tevî ku hebûna Kurdan li herêmê dijberiya neteweperestî û rola îslamiya siyasî bi hemû baskên wê yên terorîst û hovane dike, wekî rêxistina DAIŞ'ê û teşkîlatên El-Qaîdeyê û alîgirên wan."

Amerîka siyaseteke durû dimeşîne

Şêx Alî di axaftina xwe behsa rewşa Bakurê Sûriyeyê kir ku bi geşedanên dramatîk dagirtî ye û encamên ku bandorê li cewhera aloziya herêmî û navneteweyî li Sûriyeyê dike. Ev hewldanên Tirkiyeyê jî û amadekariyên wê yên leşkerî ji bo têkşikandina herêmên rojhilatê Firatê li Sûriyeyê tenê nîşaneke zelal ya parastina terorîstan e. Tirkiye bi lez hewl dide bermahiyên DAIŞ'ê û komîn radîkal ên opozîsyona Sûriyeyê li dijî welatiyên herêmên rojhilatê Firatê bide şerkirin. Hinceta wê ya sereke jî hebûna rêveberiyên xweser û Yekîneya Parastina Gel in ku beşekî sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk e ku heta niha rola wê ya leşkerî di têkşikandina DAIŞ'ê de herî zêde ye. Her wiha gelek herêm rizgar kirin û aramî ji jiyana welatiyên Sûriyeyê re pêk anîn. Ev yek ne li gorî daxwaza Tirkiyeyê ye û wiha domand: "Li vir Amerîka dixwaze siyaseteke durûtî bimeşîne da ku hêrsa Erdogan bişikîne, her çi qas ev yek bi rêya zexta li ser QSD'ê pêk were da ku tevgera YPG'ê û YPJ'ê sînordar bike da ku rê li pêşiya xurtbûna têkoşîna kurdan bigire û hevkarê xwe Tirkiyeyê ku çavbirçiyê axa Sûriyeyê ye, razî bike."

Divê asta şêwirmendiyê were bilindkirin da ku kongreya neteweyî were lidarxistin

Sekretêrê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) Muhyedîn Şêx Alî diyar kir ku ev ragihandina Amerîkayê bi rêya sefareta xwe ya li Enqereyê ku dixwaze cihê rayedarên PKK'ê Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan nas bike û di vê çarçoveyê de miqdareke pereyan veqetandine. Ev yek ne tenê li Sûriyeyê, Tirkiyeyê, Iraq û Îranê lê belê li seranserî cîhanê cihê nerazîbûn û şermezariyê li ba bi milyonan Kurdan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev yek ji her demê bêtir piştrast dike ku divê asta xwebirêxistinkirin û şêwirmendiyê bilindtir bibe da ku kongreya neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin da ku zemîneke karê hevbeş ava bike û doza gelê Kurd û têkoşîna wî were parastin."

ANHA