Piştî berhevkirina zeytûnan cotkarên Şehbayê daran bûdek dikin

Cotkarên herêma Şehbayê piştî ku hilberîna xwe ya zeytûnan wergirt, dest bi bûdeka darên zeytûnan kir da ku di demsalên pêş de hilberîneke baştir wergirin.

Piştî berhevkirina zeytûnan cotkarên Şehbayê daran bûdek dikin
Piştî berhevkirina zeytûnan cotkarên Şehbayê daran bûdek dikin
Piştî berhevkirina zeytûnan cotkarên Şehbayê daran bûdek dikin
Piştî berhevkirina zeytûnan cotkarên Şehbayê daran bûdek dikin
Piştî berhevkirina zeytûnan cotkarên Şehbayê daran bûdek dikin
10 mijdar, 2018   10:29

ARIF SILÊMAN – CAFER CAFO / ŞEHBA

Hilberîna zeytûnan li kantona Şehbayê piştî çandiniya genim, kartol û darên fistiqan di rêjeya sêyemîn de ye. Li kantona Şehbayê nêzî 2 hezar û 500 hektar bi darên zeytûnan hatine çandin.

Cotkarên Şehbayê piştî ku hilberîna xwe ya zeytûnan îsal wergirt, dest bi bûdeka daran kir da ku di demsalên pêş de hilberîneke baştir wergirin. Cotkar şaxên daran ên hişkbûyî yên nexweşî pê ketine, jê dikin da ku dar xwe nû bikin. Bûdeka darên zeytûnê her du salan carekê dibe.

Cotkarê bi navê Receb Elo yê ji gundê Ehrezê diyar ku bûdeka darên zeytûnê gelekî girîng e da ku hilberîneke baştir jê were wergirtin. Di bûdeka darên zeytûnê de hin cotkar pispor in û xwediyên darên zeytûnan dixwazin ev kes darên wan bûdek bikin. Receb Elo dibêje ku ew rojane 8 saetan daran bûdek dike û kardestê xwe her saetekê ji 250 heta 300 lîreyên Sûriyeyê werdigire.

Piştî ku dar tên bûdekkirin, cotkar van şaxên hatine jêkirin wek sotemenî ji xwe re bi kar tînin û pelên daran jî wek êma sewalan bi kar tînin.

ANHA