Li Xezayê metirsî ji ber belavbûna şewba berazan hene

Li Xezayê piştî ku 6 kesan ji ber nexweşiya şewba berazan jiyana xwe ji dest da, niha jî metirsî heye ku nexweşî belav bibe û bi taybet piştî ku dermanên wê nexweşiyê di embarên Wezareta Tenduristiyê de nemane.

Li Xezayê metirsî ji ber belavbûna şewba berazan hene
10 mijdar, 2018   10:29

XEZA

Roja Pêncşema derbasbûyî piştî ku Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê nexweşketina welatiyan bi nexweşiya şewba (grîp) berazan daxuyand, berpirsê Ragihandina Hikumetê li Xezayê Selama Marûf ragihand ku ji 12 kesan 6 kes bi vîrusa H1N1 ku bi navê şewba berazan tê naskirin, ketine.

Marûf got di encama lêkolîna aliyên tenduristî hate îsbatkirin ku li herêma Xezayê 12 kes bi nexweşiya şewba berazan ketine. Her wiha destnîşan kir ku dermanê vê nexweşiyê û bi taybet Tamîflo bi temamî di depoyên wezaretê de û piştî ambargoya li ser Xezayê qediyane.

Li beramberî agahiyên ku ji aliyê Ragihandina Hikumetê li Xezayê ve hatin ragihandin, nûçeyên li ser nexweşiya şewba berazan belav bûn ku hate îsbatkirin ku ev nexweşî pir dijwar e. Her wiha Wezareta Tenduristiyê belavbûna vê nexweşiyê red kir û got gelek kesên ku bi vê nexweşiyê ketine li gel xwe qeyd kirine û ev nexweşî ji ber nexweşiyên demsalî di nava welatiyan de çêbûye. Li Xezayê welatî ditirsin ku ev nexweşî di nava wan de belav bibe, bi taybet piştî ku dermanê wê qediyaye û ev yek jiyana welatiyan dixe metirsiyê.

Hate destnîşankirin ku hejmara kesên bi nexweşiya şewba berazan ketine, ne teqez e heta niha. Piştî ku Wezareta Tenduristiyê lêkolîn li ser kesên nexweş kirin, hejmara wan hate derxistin. Her wiha hate diyarkirin ku kesin hene heta niha lêkolîn ji bo nexweşiyê çênekirine û piştî 3 rojan dibe ku hin kes bi şewba berazan ketibin.

Metirsiya welatiyan ji ber belavbûna şewba berazan ku jiyana wan dixe xetereyê, zêde dibe. Wezareta Tenduristiyê heta nina ji bo belavbûna vê nexweşiyê tu tişt negotiye.

Li gorî çavdêrên navneteweyî, li Xezayê di aliyê tenduristiyê de aloziyek heye. Di nexweşxaneyan de dermanên sereke tune ne û ev yek jî zehmetiya jiyanê li Xezayê zêde dike. Li gorî berpirsên neteweyî rewşa jiyanê li Xezayê tevlihev e û ev yek jî dê jiyana filistîniyan li Xezayê ber bi nebaşbûnê ve bibe.

Li Xezayê di nava çend salên derbasbûyî de nexweşiya H1N1 (şewba berazan) derket lê zêde belav nebû. Sala 2014`an Wezareta Tenduristiyê li Xezayê diyar kir ku ciwanek di encama nexweşiya şewba berazan de jiyana xwe ji dest daye.

(bx)

ANHA