Çeteyên artêşa Tirk gule li şêniyên Minbicê reşandin

Li gorî agahiyên ku li ser malpera Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatine weşandin, çeteyên artêşa Tirk a dagirker gule li şêniyên Minbicê yên ku zeytûnên xwe berhev dikirin, reşandin.

Çeteyên artêşa Tirk gule li şêniyên Minbicê reşandin
10 mijdar, 2018   10:06

MINBIC

Şêniyên gundê El-Hemran a bakur-rojhilatê bajarê Minbicê ya li ser xeta navbera meclisa leşkerî û çeteyan de, dema zeytûnên xwe berhev dikirin çeteyan gule li wan reşandin. Çeteyan bi vê yekê nehîştin ku sivîl zeytûnên xwe berhev bikin.

Derbarê birîndarbûna sivîlan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê tu agahî belav nekirin.

(kc)

ANHA