Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku kampa El-Rikban heta dawiyê vekirî be

Gerînendeyê Buroya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî Emîn Ewed destnîşan kir ku nabe kampa El-Rikban heta dawiyê vekirî bimîne.

Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku kampa El-Rikban heta dawiyê vekirî be
10 mijdar, 2018   09:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Koçberên di kampa El-Rikban a li ser sînorê Sûriye û Urdunê, garantiyên Rûsyayê yên vegera koçberan li herêmên di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyeyê de red kirin, her wiha ji ber rewşa mirovî ya zehmet Neteweyên Yekbûyî qebûl nekir ku kamp heta dawiyê vekirî be.

Gerînendeyê Buroya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî Emîn Ewed têkildarî mijarê wiha got: "Ez ne bawer im ku pirsgirêka El-Riban di gihandina alîkariyê de ye, pirsgirêk di vegera koçberan li herêmên wan de ye."

Ewed wiha li axaftina xwe zêde kir: "Divê ev kamp rabe û çareseriyek ji koçberan re were dîtin. Nikarin li wir bimînin heta ku em alîkariya wan bikin û çareseriyekê ji her kesî re bibînin."

Ewed îşaret bi liv û tevgera çeteyan li kampa El-Rikban kir û wiha got: "Çete sivîlên li kampa başûrê rojhilatê parêzgeha Humisê dikin mertalên zindî. Derdora 40 heta 50 hezar kes li herêma kampa El-Rikban in. Bêguman hemû kes ne li benda parastina navdewletî ne, her wiha gelek alî hene bazirganiya mirovan û hin tiştên din dikin. Ev ne rewşeke mirovî ye wekî em li hin cihan dibînin, rewş gelekî tevlihev e."

(jo)