Rola jinan di Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê de

Di Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê de li gel derfetên kêm rêjeya jinan ji sedî 70 derbas kiriye.

Rola jinan di Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê de
Rola jinan di Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê de
Rola jinan di Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê de
Rola jinan di Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê de
10 mijdar, 2018   09:24

EBDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Piştî rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê jinan gelek gav avêtin. Jin tev li rêveberiya saziyên sivîl û leşkerî bûn. Her wiha di hemû waran de bûn pêşeng. Ji warên ku jinan tê de xwe bi pêş xistiye, yek jî warê tenduristiyê ye.

Piraniya kadroyên Nexweşxaneya El-Watanî ya herêma Tebqayê jin in û rêjaya wan ji xebatkarên nexweşxaneyê ji sedî 70 ye. Di nexweşxaneyê de rêjeya jinan di warê hemşîretiyê, teqîgeh û heta bigihîje alîkarên neştergeran û bijîşkiyê bi taybet nexweşiyên jinan de, ya herî bilind e.

Newres Ibrahîm destnîşan kir ku jin tev li aktîfkirina hemû beşên nexweşxaneyê di nav de destwerdana lezgîn, neştergerî, iyadat û beşa nexweşiyên jinan dibin. Her wiha di beşa nexweşiyên jinan de derdora 40 aba û hemşîre û 3 bijîşkên pispor dixebitin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nexweşxaneya El-Wetenî  ku dikeve rojavayê bajarê Tebqayê, navenda tenduristiyê ya bingehîn tê hesibandin. Lê kêmasiyên nexweşxaneyê gelek in û rayedarên nexweşxaneyê banga alîkariyê dikin.

(şx)

ANHA