Şêniyên Hîşa salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin

Gelê bajaroka Hîşa salvegera duyemîn a rizgarkirina bajaroka ji çeteyên DAIŞ‘ê pîroz kirin.

Şêniyên Hîşa salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Hîşa salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Hîşa salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Hîşa salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Hîşa salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Hîşa salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Hîşa salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Hîşa salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Hîşa salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
8 mijdar, 2018   15:41

GIRÊ SPÎ

Şahî  ji aliyê Buroya Ciwanan a Meclisa bajaroka Hîşa ya girêdayî navçeya Eyn Îsayî ve hat organîzekirin.

Di şahiya ku li qada dibistana bajarokê de hatibû lidarxistin de bi sedan kes amade bûn.

Li qada şahiyê alên YPG, YPJ, QSD‘ê, pankartên "Ji bo azadiya jin serî hildin", "Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê serî hildin" û "Ji bo azadiya rêbertî serî hildin" hatin daliqandin.

Di şahiyê de bi navê ciwanên bajaroka Hîşa Ednan Xelef El-Şêx, Mala Jin Kefa El-Ebo, Meclisa Bajaroka Hîşê Hemûd El-Hemûd û bi navê Kongreya Star Eyn Îsa Mizgîn Osman axivîn.

Kesên axivîn salvgera rizgarkirina bajaroka Hîşa hate pîrozkirin û rola şehîd û şervanan a rizgarkirina gelên navçeyê ji zulm û koletiyê destnîşan kirin.

Axaftivanan soza şopandina xeta şehîdan ta rizgarkirina tevahî herêman ji dagirkeran û pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet di bin ala QSD‘ê de dan.

Axaftinan li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên bi ewle diyar kirin ku ew amade ne herêman ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker biparêzin û gotin ew ê berxwedana xwe berdewam bikin.

Di dawiyê de şêranî hate belavkirin û xelekên dîlanan li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.

Bajaroka Hîşa ya girêdayî navçeya Eyn Îsa di destpêka Mijdara 2016‘an de di qonaxa yekem a Xezeba Firatê ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hat rizgarkirin.

ANHA